Melbenda Sûrî ya Karsaziyê

Melbenda Sûriyê ya Karsaziyê Desteyeke Serbixwe ne qezencî ye, di 06.06.2012 hat damezirandin, kar dike ji bo pêkanîna sîwanekê ko gelek ji Zilam û Jinên Karsaz kom bike ji derve û hundirê Sûriyê. Yên ko şiyan dikin abûriya Sûriyê bi pêş ve bibin da Sûrî bigihînin paşerojeke ronak û geşepêdan.

Erk û dîtin:

- Şiyan dikin ji bo hejmareke pir ji Zilam û Jinên Karsaz û Abûrîkar yên Hundir û Derveyî Sûrî da di piştgiriya Şoreşê de beşdar bibin.

- Rabûn bi hemû çalakiyên piştgir ji bo Şoreşê û ji Miletê Sûrî re digel ko yekîtî û serdariya Welat parastî be. Û tevnehûna Niştimanî Sûrî bi hemû Pêkhatiyên wê.

- Beşdarbûna rasteqîn û kartêker di piştgirî û hevrê bi Şoreşa Gelê Sûrî re di misogirkirina dîtinên wî de heta mafê xwe yên mirovî, rûmet û azadiyê de bistîne.  

- Hevkarî û hevrêzî bi Melbend û Komele û Dezgehên giştî di biwara abûrî de yên bi heman dîtin û amancên beşdar ko piştgiriya Şoreşa Sûrî dikin, an jî yên alîkariyê di çêkirina hişyarbûna abûriyê de li Sûrî dikin.

- Beşdarbûn di danîne dîtineke ji bo abûriya Sûrî di qonaxa dahatî de û pêdiviyên wê ji xwendin û stratîjiyan û plan û ramanan re .  

Endam 

Melbenda Sûrî ya Karsaziyê bêtir ji 300 Endaman ji Zilam û Jinên Karsaz dinimîne, yên piştgir ji Şoreşa Sûrî re li Hundir û Derve û Kesê ko bixwaze tevli Melbendê bibe gerek:

1- Gerek karê abûrî pak kiribe.

2- Dîdevan li ser Niştimanperwerî, Pakî û Tenahiya wî hebin.

3- Çi tawankarî nekiribin, tev ko biryara lêbuhirînê bidest xistibe jî.

4- Divê bi 2/3 ji Endamên Encûmena Birêvebiriyê daxwaza wî/ê erê bikin. 

5- Eger ne Sûrî be pêdivî ye ko hemû Endamên Encûmena Birêvebir erê bikin. 

Kevalê Rêkxistina Melbendê

Kevalê Rêkxistina Melbendê ji evan Qebareyan pêk tê:

Yekem: Desteya Giştî

Desteya Giştî ji hemû Endamên hatinrêz û ew bilindtir Desthilat e, ew biryara siyaseta giştî ya Melbendê dide û planên giştî û program û dîtinên paşerojê datîne. 

Duyem: Encûmena Birêvebir

Encûmena Birêvebir nûnerîtiya Melbendê li pêşberî hemû Rêkxistin û Desteyên Cîbicîkira biryarên Desteya Giştî û lênerîn û erkên wê pêktînin.  Ji mehê carekê Encûmena Birêvebir civîna xwe dike, tevli danûstandinên rojane û civînên awarte yên pêdiviya biryardana projeyan. Encûmena Birêvebir biryarên xwe bi 2/3 ji dengdana Endaman distîne. Encûmena Birêvebir ew Desteya Cîbicîkirinê ya Bilind ji Melbenda Sûriyê ya Karsaziyê re ye. 

Ev Endamên Encûmena Birêvebir yên ko hatine hilbijartin:

1- Mustefa Alsebax, Serok.

2- Dr. Wayil Mîrza, Rawêjkarê Siyasî.

3- Karsaz…. Li hundir.

4- Karsaz…. Li hundir.

5- Karsaz…. Li hundir.

Birêz Mustefa Alsebax nûnerîtiya Melbendê di hundirê Hevbendiyê de dike.

Navûnîşan li ser Facebookê: Melbenda Sûrî ya Karsaziyê

 

Home Pêkhat Munteda Sûriyê ya Karsaziyê