Encûmena Niştimanî ya Kurdî

Kongirê Niştmanî yê Kurdî li bajarê Qamişlo di 06.10.2011an de hate girêdan, bi vexwendin ji Partiyên Tevgera Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û bi amadebûna 250 Nûneran ji Têkoşerên rêza yekem di Tevgera Kurdî de û Kesayetiyên Niştimanperwer û Serbixwe û Nûnerên Komelên Ciwanan û herweha Nûnerên Partiyên beşdar û Çalakvanên mafê mirovan û Kartêkerên Civakî, Çandeyî û Ragihandinê… Li jêr evan dirûşman:

- Ji bo misogerkirina amancên Raperîna aştiyane ya Miletê Sûriyê ji bo azadî û rûmetê.

- Bi bal Dewleteke dîmuqratî, Perlamanî, Firenetew  tê de mafê Netewî yê Gelê Kurd bê dabînkirin.

- Danpêdana destûrî bi mafê Miletê Kurd wekû Pêkhateke sereke di Welat de.

- Na ji cûdakariya Netewî, Olî û Bereyî, Erê ji Dewleteke Niştimanî, Zanistdarî û Dîmuqratî ji hemû Sûriyan re.

- Na ji Serkotkirin û Zordariyê re… Azadî ji bo hemû girtiyên azadiya nerînê li Sûriyê. 

Kongir gengeşeyine fireh û nerînên corbicor dîtin, Biryara ko jê derçû damezirandina Desteyekê ji bo lêveger û nûkirina raweya projeyên ko ji wan re ji amadebûyan hatine pêşşkirin û hemûyan di belgeyekê de bidin hev herweha rêdan û hin biryardan giringtirên wan:

 Di biwara Niştimanî de: Kongir tekez kir ko tiştê li Gorepana Sûriyê dibe qeyraneke Niştimanî çetine, Rêjîm ew berpirsiyariya wê hildigire, ji gava ko Partiya Bass ket desthilatê bi rûxandina leşkerî sala 1963an zordarî û stem kir, azadiya giştî û taybetî têkbir, tu geşepêdan û pêşvebirina abûrî misogir nekir, asta belengaziyê û bêkarî û gendeliyê pir bû… 

Tev li daxwazên Gel ji Rêjîmê bi dehên salan bi giringiya misogirkirina çaksaziyên dîmuqratî bike, lê Rêjîmê her bêtir di zordariya xwe de sûr bû, û nerêziya mafê mirov û serkotkirina çi dengê ko daxwaza dîmuqratiyê û xweşkirina rewşa jiyandinê bikira tunebû. 

Bijartina rêjîmê ji evê rêbaza serkotkirinê di hundirê Sûrî de- û di seqaya Buhara Erebî de- hişt ko pirîska şoreşê a aştiyane ya ko daxwaza azadî û rûmetê dike vêkeve. Ya ko giha hemû derverên welat ji wan jî Herêmên Kurdan ya ko bi viyaneke niştimanî di 15 adara çûyî de dest pê kir, lê bêtir dezgehên Rêjîmê û ewlekariya wî, kuştin û serkotkirin kirin. Û çareseriya ewlekarî û leşkerî ew jî derfetê dide ko têwirdana leşkerî pirmetirsî ya derve di Sûriyê de bibe.

Kongir tekez kir ko bidawîkirina qeyrana welat divê Rêjîma zorkar bête guherandin, hem jihevxistina dezgehên ewlekariya Rêjîmê û avakirina Dewleteke zanistdarî dîmuqratî firenetew û perlamanî û li ser têgeha Nenavendiya siyasî, dûr ji nijadperestiyê, Dewleta dezgeh û yasayê wekheviya maf û erkên hemû hevwelatiyan misoger bike. Hem jî rê li ber çi coreyên vegera zorkariyê bigire. 

Kongir Desteya Cîbicîkirinê ya ko jê destnîşankirî, da ber erk û karê şiyana yekîtiya rêza Hevrikiya Niştimanî ya Sûriyê, çimkî ev yekîtî alaveke giring e ko tirazûya hêzê li aliyê Şoreşa Gelê Sûriyê ya aştiyane bicih bike û misogirkirina daxwazên wê yên rewa. Kongir giringiya vekêşana hêza artêşa Rêjîmê û ewlekariya wê ji bajaran û vegerandina wan li cihên wan daxwaz kir, û nebikaranîna wan li dijî xwepêşindanên aştiyane.  

Di biwara Kurdî yî Sûrî de: Dîtina Kongir, miletê Kurd li Sûriyê Miletekî resen e li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û pareke bingehîn e ji tevnehûna civaka niştimanî û dîrokî ji Sûriyê re û ev pêdiviya ko bibe biryara destûrî bi hebûna wî wek pêkhateke serekî ji pêkhatiyên Gelê Sûriyê û duyem mezintir netew û dîtina çareseriyeke dîmuqratî ji kêşeya wî ya netewî re ji nav wê mafê çarenûsî di çarçoveya yekîtiya welat de. Kongir dît ko çareserkirina kêşeya Kurdî dergeheke rastîne ji dîmuqratiyê re û ezmûneyeke ji Hêzên Hevrikiya Sûrî re, yên ko şiyan dikin ji bo misogirkirina paşerojeke baştir ji Sûriyê re li ser bingeha Sûrî ji hemû Sûriyan re ye.  

Kongir Tevgera Xortan himêz kir wekû pareke giring ji şoreşa Sûriyê ya aştiyane, rola wan di bilindkirina cihê Kurd û kûrkirina niştimaniya kêşeya Kurdî.

Kongir li ser dabînkirina azadiya Baweriyan û bikaranîna seqayên Olî û rêzgirtin û parastina wan ya destûtî tekez kir, û pêdiviya bicihanîna mafê netewî yê miletê Siryanî, Kildanî û Aşûrî û kêmnetewên din .

Di derbarê babeta gotûbêjê bi Rêjîmê re Kongir dît ko ew pareke ji Hevrikiya Niştimanî ye û pêdivî nake ko bi tena xwe tu gotûbêjê bi Rêjîmê re bike.

Kongir hemû çarçoveyên partiyên Kurdî tê de bûn yên li Kongir amade bûn bişaftin(Anî, Hevbendî, Hevrêz û Encûmena Siyasî) û Kongir ji wan hemûyan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî ragihand.

Kongir, Desteya Cîbicîkirinê destûr dayê ko bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî gotûbêjê bi Çarçoveyên Hevrikiya Sûriyê re bike û di pey re hevkarî û hevrêziyê bi yên ko biryar û dîtinên Kongir bipejirînin re bike. Helawistina endametiya Partiyên Tevgerê di Çarçoveyên din de bike.

Sibeha pêncşembê 27.10.2011an Kongir karê xwe bi serkeftin bidawî kir, bi tevayî dîtin ko Kongirekî wisa bi evê qebareyê û rengîniyê û berpirsiyariyê û bi rêkxistineke şaristanî ev yekem e di coreyê xwe de di dîroka Kurdên Sûrî de, Bi bawerdana Desteyeke cîbicîkirinê nûneritiya Partiyên Tevgera Niştimanî yî Kurdî û kartêkerên Niştimanî, Civakî, Çandeyî, Ciwan, Mafnas, Jin û kesên serbixwe hat şêwekirin. Stûbariya wê berpirsiyariya berdewamiya kar ji dil û dest bi dest ji bo xêra Milet û Welat bike. 

Navûnîşan li ser Facebookê

https://www.facebook.com/EncumenaNistimaniyaKurdi

Home Pêkhat Pêkhatên Netewî Encûmena Niştimanî ya Kurdî