Wednesday, June 11, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nivîsgehên Hevbendiyê

Nivîsgeha Encûmena Aştiya Milî

August 15, 2013
in Nivîsgehên Hevbendiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Nivîsgeha Encûmena Aştiya Milî

Li ser tu kesan nayê veşartin nakokiyên Bereyî û Rehkokî û Civakî pir bandora wan jî li yekîtiya çi Miletî be heye. Û di salên dawî de dîdevanî heye ko ev nakokî ji bo berjewendiya Aliyine Derve delîvedîtin dibe. Da ev encamdana sivîl li çend Welatan têk bibin.

Tevnehûna Civaka Sûriyê pircûre ye û ewê tevnehûnê gelek ziyan dîtiye, bi sedema bobelatên ko Rêjîmê û Şevengên xwe kirine, û hiştin ko dergeh vekirî bimînin li ber hemû rengeyan, tolhilanîn, koçberkirin, kuştin, ewê hişt ko Civak tarmarî bibe û li gel gelek Xortan nakokî bicih kir hem jî dibe ko ev nakokiyên tehl pir dirêj bikin.  

Ji ber evê hindê di serdema nuha de pêdivî heye bi avakirina çarçoveyeke Rêkxistinî, ramanî derfetê bi tevgereke Civakî fireh bide li Parêzgehên Sûriyê yên corbicor berî rûxandina Rêjîmê û li pey rûxandinê jî, da ev jihevketina Civakî kêm bibe û şûna wê ya neyênî li ser Civaka Sûrî bi piranî nemîne û ev mebesta me ji Aştiya Milî ye. 

Ew misogerkirina evê mijarê derfetê dide Sûriyan da Dewleta xwe ava bikin û ew wêraniya ko di Gund û Bajarên wan de çê bû çareser bikin bi hevkarî û aştiya civakî ya ko tê xwestin. Misogirkirina pleyeke baş ji Aştiya Milî dîwarekî ji berxwedanê li dij neyarên derve û hundir ava dike, ew neyarên ko nakokiyan delîvedîtin dikin da berjewendiyên xwe pêk bînin. 

Hevbendiya Niştimanî şiyan kir ko Encûmena Sûrî ya Aştiya Milî damezirîne, ew ya ko di bin sîwana wê de Encûmenên Xwecihî yên Aştiya Milî ji Parêzgehên corbicor kom dibin, xuya dibe ko xewn mezin e, parastina Aştiya Milî di Dewletekê de ko Rêjîmê pir xerab kiriye pir dijwar e.

Lê hevkariya şiyanan û karê hevbeş yê dilêr û rêkxistinî yê ko li ser parastina berjewendiya giştî dê gelek tiştan misoger bike, li hember jî rasthatin ji probleman re çareserkirinê bi paş dixe.  

Destpêşxeriya Encûmena Aştiya Milî vexwendineke vekirî ye  ji bo hemû Sûriyên ko Welat û miletê wan ji wan re giring in, da dest bi dest li gel birayên xwe di Encûmena Aştiya Milî de tiştê ko karibin bikin ji bo avakirina Sûriyeke Nû azad û bi hêz. 

Amancên Encûmena Aştiya Milî:

Encûmena Aştiya Milî ew yek ji Dezgehên Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ye,

ya ko Endamên wê ji hêla Desteya Giştî ya Hevbendiyê hatine hilbijartin û çalakiyên wê tenê di karê ko şiyan dikin ji bo Aştiya Milî li Sûriyê misogir bikin bi van amancan:   

1. Kar dikin ji bo misogirkirina Aştiya Milî li Sûriyê.

2. Birêvebiriya karên Encûmenê, û Encûmenên Aştiya Milî û pêşdebirina wan. 

Erk û barê Encûmena Aştiya Milî Sûrî:

– Nigarkirina Siyaseta giştî ya ko dabîn dike geşepêdan û pêşdebirina karê Encûmena Aştiya Milî û misogirkirina daxwazên wê û çavdêriya çalakiyên wê û nirxandina wan. 

– Hevgihandin bi Dest e û Kesayetiyên xwecihî û niştimanî û navnetewî ji bo misogirkirina amancan. 

– Girêdana cihkar û rêxwendin û komcivînan û rêkxistina kongiran di warê Aştiya Milî de. 

– Palpêdana Planên cîbicîkirinê ji bo Encûmena Aştiya Milî û biryardana raporta çavdêran ji bo tirazûya darayiya giştî û hejmartina dawî ya Encûmena Aştiya Milî. 

– Danîna bingehên gerek ji hevrêziya bi Berên Fermî re û yên ne Fermî û herweha bi Dezgeh û Komeleyên civakî yên corbicor re ji bo misogirkirina evê sîstemê. 

– Biryardana lîsteyên darayî û yên fermanberî yên ji bo birêvebirina karûbarê Encûmena Bilind û Eencûmenên Aştiya Milî gerek in. û palpêdana wan bi hevrêzî digel Emîndariya giştî ya Hevbendiyê. 

Kevaliya Fermanberiya Encûmena Aştiya Milî: 

Encûmena Sûrî ji van pêk tê: 

– Serokê Encûmenê.

– Cîgirê Serokê Encûmenê.

– Razgirê Encûmenê.

– Endamên Encûmena Sûrî hejmara wan nozdeh Endam in, giringiya nûnerîtiya hemû Parêzgehan, û ji bo Dîmeşq û Helebê heryekê du Nûner (yek ji bo bajar û yek ji bo gundên wan) tev li sê endam ji Wezareta Hundir û Dad û Darayî, dibe jî hejmara Endaman bilind bibe heta Sî Endaman. 

– Alava Fermanberiya Encûmena Sûrî ji hejmarek karmendên Fermanberî pêk tê, Serokê Encûmenê ewan dibijêre bi şêwira Cîgirê xwe û Razgir. 

– Endamên Encûmena Sûrî û ji nav wan Serok û Cîgirê Serok û Razgir ji bo şeş heyvan têne hilbijartin û dibe carekê ji wan re nuh bikin, û eger yekî cihê xwe hişt, yekî din bi hilbijartinê dikeve şûna wî, ewê ko biser dikeve yê ko piraniya dengên Endamên Encûmena Sûrî dibe. 

– Serokê Encûmena Sûriyê dikare yê ko bixwaze ji sûdemendiya Encûmenê re ji bo li civatên Encûmenê amade bibe vexwîne, ji Rawêjkar û Pispor û Kesayetiyên ko dibîne hewcedariya wan heye, bê ko dengdan ji mafê wan be. 

Encûmenên Aştiya Milî: 

– Her Nûnerên Prêzgehekê Serokekî ji Encûmenê re û Cîgirê Serok û Razgir hildibijêrin, ji bo ew bi damezirandina Encûmena Aştiya Milî ya Parêzgeha xwe rabin, divê hejmara Endaman li gora Hejmara Niştecihên Parêzgehê bin, her dusedhezar hevwelatî nûnerek ji wan re hebe, pêdiviya ko hejmara Endaman di nevbera heft û panizdehan de bin, û her Encûmenek alavê Fermanberiya xwe hebe bi Serok ve girêdayî be. 

– Ji her Encûmenê re Nivîsgehek hebe, guhdanê bike bi ew kesên ko bexşandinê dikin yên pispor, ji bo alîkariyê di misogirkirina amancên hêja bikin.  

 

 

 

ShareTweetSend

Related Posts

Nivîsgeha Desteya Niştimanî ya Bilind ya Perwerde û Hînkirina Bilind
Nivîsgehên Hevbendiyê

Nivîsgeha Desteya Niştimanî ya Bilind ya Perwerde û Hînkirina Bilind

August 6, 2013
Nivîsgehên Hevbendiyê

Desteya Tenduristiya Sûriyê

August 6, 2013
Nivîsgehên Hevbendiyê

Nivîsgeha Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

August 6, 2013
Next Post

Fact Sheet

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.