• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 20 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nivîsgehên Hevbendiyê

Desteya Tenduristiya Sûriyê

August 6, 2013
in Nivîsgehên Hevbendiyê

Kurtenasînek bi Desteya Tenduristiya Sûriyê 

 Desteya Tenduristiya Sûriyê piştî erêkirina Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ji Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê hat damezirandin û li gora biryara ko ji birêz serokê Hevbendiyê derket, bi amanca rêkxistina karê Bijîşkiyê yê, Hawarhatinê li Hundir û Derveyî Sûriyê, ji ber têgihiştina Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê giringiya taybetkirina kar û ji hestiyariya doseya tenduristiyê û vajîkirina wê li ser rewşa mirovî û geşepêdaniyê li Sûriyê.

Desteya Tenduristiya Sûriyê dikarîbû ew amadekirina çalakiyên Rêkxistinên Tenduristiyê û kar ji bo seqayeke guncaw pêk bîne ji bo xebata Bijîşkiyê û kartêkirin û bihevguherîna pisporiyê û plankirina hevbeş ji bo geşepêdana Dezgeha Tenduristiyê bi şêweyekî hêjayî karînên Xelkên Sûriyê, yên ko qurbanî danîn û hê jî datînin ji bo azadî û rûmetê.

Desteya Tenduristiyê kar kir ji bo danheva hemû şiyanên ko hene û navbera wan de hevrêziyê bike di çarçoveya pêşbîniya Niştimanî (Bi bal Dezgeheke Tenduristî Niştimanî pêşeng).

Desteya Tenduristiya Sûriyê nuha palê dide ser rewabûna Niştimaniya xwe û palpêdanê dide ser Çaksazên Niştimanî,  hêvîdar e ko Hevbendiya Niştimanî piştgiriya wê bike. Ev yek wê bandora xwe bi misogerkirina amancên Desteyê di pêkanîna Ewlekariya Tenduristî ji bo zarokên me di welatê meyî hêja de bike. 

Giringiya Desteya Tenduristiya Sûriyê 

Giringiya Desteya Tenduristiya Sûriyê ji ber ew Dezgeheke taybetmendî ye, giringtirîn çarçove yê ko piştgir e ji Şoreşê re dipelîne û ew hîmana bingehîn e ji bo geşepêdana Sûriya azad. 

Di damezirandina Desteya Tenduristiya Sûriyê de di bin sîwana Hevbendiya Niştimanî de  têgehek mezin dide berçav ko Desteya Tenduristî dezgeheka bawerpêkiriye. 

Giringiya doseya tenduristiyê li kîjan welatî be eger di şer de an di aştiyane de be divê girûpên taybetmend hebin ji bo bi evan karûbaran rabin û ev eger em li ser rewşa Sûriyê bipîvin û hêjayîbûna Çaksazên Sûriyê û qebareya tawankariyê û tundûtûjiyê ya li Gelê me dibe û şiyana Rêjîmê ji roja pêşî de ko Karmendên Bijîşkî asteng bike û Navendên Bijîşkiyê wêran bike û çi çalakiya ko rajeya milet dike xerab bike, ew wê yekê dizane ko çalakiyên me yên  bijîşkî ew xweşiya karê me di ber tevgerên aştiyane de ewê hingê û nuha di ber tevgera me ya şoreşgerî de her berdewam e.

Ji ber ko Hevbendiya Niştimanî ev giringî dizanî bû ev egereke sereke bû ko Desteya Tenduristiya Sûriyê çê bibe, û giring e ko piştgiriya wê bibe û serkeftina wê bi hemû rêyan pêk bê. 

Dîtin û amanc

Dîtina Desteya Tenduristî li ser evan bingehan pêktê:

– Dabînkirina rajeyên Tenduristî û hêsankirina gihandina wê ji hemû Sûriyan re çimkî ew mafekî mirovî bingehîne, we ko  Xwedayê mezin gotiye: Yê ko ew zindî kir wek ko xelk hemû zindî kirin. 

– Birêvebirî û rêkxistina şiyanên Bijîşkî û hawarhatinê û çareserkirinê û çavdêriyê ji bo bikaranîna herî pak ji samanên heyî re ji bo rajeyên tenduristî û ew ya ko rajeyên çareserkirinên Pêragihiştin li Hundir û Derveyî Sûriyê tev li hevrêzkirinê û bi Berên ko peywendî bi her du aliyan ve hene. 

Çalakiyên Desteya Tenduristiyê:

Bi kurtî Çlakiyên Desteya Tenduristiyê:

– Hawarhatina Bijîşkî

– Çavdêriya Bijîşkî: Çareserkirin û parêzî 

– Plankirin ji bo paşeroja rajeyên Tenduristî li paş rûxandina Rêjîmê.

Û ev wisa dibe:

1. Beşdarbûn di xwendina li ser ketwariyê û nirxandina hewcedariyan li Sûriyê.

2. Bicihanîna dermanê bawerdan û kartêkir, û tekezkirin li ser çêkirina Derman û rêkxistina wê.

3. Parastin ji jan û nexweşiyên li dorhêlê û heyî, û danîna plan û programên ne hiştina wê.

4. Guhdan li tenduristiya derûnî û ya hişmendî. 

5. Guhdan li tenduristiya parastinê û rêdana têgehên wê.

6. Guhdan û pêşvebirina karînên xweyî yên Sûrî ji bo piştgiriya bijîşkî di rewşa şer û aştî de.

7. Dadmendî di bicihênana rajeyên tenduristî ji hemû kesan re.

8. Guhlêkirin li rahênkirin û rewşenbîriya tenduristî û geşepêdana kadiran û bihevguherandina şarezayîyên bijîşkî û ewlekariya tenduristî bi dewletên corbicor. 

9-   Pêşvebirina berdewam ji avahî û kadirên tenduristî.

10. Bikaranîna vekolîn û xwendinên ko asta karê bijîşkî û ewlekariya tenduristî bilind dikin. 

11. Danîna pîvanan ji bo dabînkirina pakiya rajeyên tenduristî û bilindkirina asta wan. 

12. Rêkxistina karê bijîşkî li Hundirê Sûriyê û danîna çareyên xuyanî ji bo Dezgeh û takekesan di evê biwarê de û çavdêrî û nirxandina wan.

13- Pêkanîna peymanan bi Dewlet Dezgehên Navnetewî û Cîhanî û Erebî re dewamkirin li ser cîbicîkirina wan.

14. Beşdarbûn di danîn û lêvegerîn ji yasayên ko girêdayî bi rajeyên tenduristî ve.

15. Danîna stratîciyên tenduristî û hevrêziya kar di navbera Desgehên corbicor de. 

16. Piştgiriya Nexweşxanan yên nuha hene bi heyberên bijîşkiyê û Kadiran ji Bijîşk û Berdesk û Pêragihiştvan û Dermandanan re li beraber jî hewcedariya Nexweşxanan bi çi heye ji kadirên ko li kar digerin û derfetên kar yên ko hene li hundir an li deve yên li her du aliyan sude dikin.

17. Karkirin ji bo çê kirina projeyên nû li gora xwendineke xuyanî  û bi cûreyekî ko dabînkirina derbaskirina samanên baş bike û bi hewcedariyên bingehîn ji doseya tenduristiya Sûrî re guncaw bin.

18. Birêvebiriya piştgiriya darayî  ji projeyên bijîşkî re û hevrêzkirinê bi Aliyên ko piştgiriyê bikin re yên hundirê Hevbendiyê (Yekîniya Piştgiriyê) û ji derve jî Komelên xêrxwaziyê an yên bijîşkiyê an Dewletêm piştgiriya şiyanên bijîşkî dikin.

19. Kirîn û anîna alavên bijîşkî û samanan bi coreyekî navendî ko rajeya Nexweşxaneyên meydanî û yên sînoran û yên Herêmên Rizgarkirî bi dabînkirina çaktirîn saman û arzan.

20. Piştgiriya çalakiyên bijîşkî ji Birêvebiriya bijîşkî re di Encûmenên Xwecihî de (14) yên bi Hevbendiyê re girêdayî ne, piştî xwendina hewcedariya wan û projeyên bijîşkî yên nû yên ko ji Hevbendiyê re dişînin da piştgiriya darayî bike û ev li ser Nexweşxaneyên Encûmenên Xwecihî jî û Nexweşxaneyên hundir pêk tê( bi razaeyeke tekûz ji Nexweşxaneyên hundir re, da nekevin bin wêrankirina Rêjîmê).

21. Birêvebiriya karûbarê desteya darayî ji nav wan jî hejmartinên ko piştgiriya Nexweşxane û projeyên bijîşkî yên corbicor.

22. Birêvebiriya Hejmartina Alavî , di warê çêkirin û birêvebirina bingeheke ji zanyariyan li ser Nexweş û Nexweşiyan. 

23- Kar ji bo amadekirina zemînekê ji bo xweguhastin ji karên xêrxwaziyê bi bal karên Dezgehî yê Niştimanî.

24. Dîtina alavine niştimanî ji bo hevrêzî û hevkariya navnetewî, ji bo dabînkirina amancên karê bijîşkî û serbixwetiya wî û pûlikiya wî ya niştimanî.

25. Nûnerîtiya bijîşkî ya Komara Sûriyê di Kongir û Encûmen û Deste û Hevdîtinên Navnetewî û Erebî de bike.

26. Kar ji bo dîtina çareseriyan li hemberî astengiyên tenduristî.

27. Hûrbînî ji bo dîtina çareseriyan ji bo rewşa Kesên seqet (ne saxlem).

Kevalê Desteya Tenduristiyê:

Kevalê destpêkî yê Desteya Tenduristî hat danîn li benda qezenkirina piştgiriya guncayî ye ji bo zêdekirina Kadiran û dabînkirina gerekiyên kar.

Desteya Tenduristiyê nuha ji evan pêk tê:

Nivîsgeha Serokê Desteyê ya ko ji evan pêk tê:

– Serokê Desteya Tenduristiyê 

– Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê

– Birêvebirê Nivîsgeha Xazî Entab

– Birêvebirê Fermanberî

– Birêvebirê Darayî

Nivîsgeha Desteya Tenduristî li Reyhaniyê:

– Birêvebirê Nivîsgehê

– Berpirsiyarê Amadekirina Projeyan

– Berpirsiyarê Doseya Birîndar û piştevaniya Bijîşkî

– Berpirsiyarê Doseya Hindirîn

– Karmendê Beşê Peywendiyên Giştî

– Jimaryar (Çavdêrê kar)

– Sekretêrê Cîbicîkirinê

– Ajoker(Namevan)

– Navmalî

Nivîsgeha Desteya Tenduristî li Xazî Entab

– Birêvebirê Nivîsgehê

– Serokê Peywendiyên Derve

– Birêvebirê Darayî

– Birêvebirê Fermanberî

Nivîsgeha Desteya Tenduristî li Urdinê

– Birêvebirê Nivîsgehê

– Jimaryar 

– Karmendê Peywendiyên Giştî

– Berpirsiyarê Teknîka Pêzanînan

– Namevan 

Nivîsgeha Desteya Tenduristî li Parêsgehan:

Desteya Tenduristiyê hewl dide da kadirên xwe pirtir bike û Nivîsgeh û Komît û Beşan zêde bike li gora hewcedariyên doseya Bijîşkî li Sûriyê bi Nivîsgeha Serokatiya Desteyê ve girêdayî ye wek:  

– Desteya rawêjkarî Endamên nûner ji hemû Rêkxistinên ko li Sûriyê kar dikin dinimîne.

– Beşê rahênan û amadekirinê.

– Beşê birêvebiriya Nexweşxaneyan.

– Beşê Pêzanîn û Serjimarê.

– Beşê Plankirin û hevkariya Navnetewî.

– Nivîsgeha Rêxistin û Civaka Sivîl.

– Beşê Nexweşiyên guhêstok û dorhêl.

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Nûçe

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.