Friday, 16 August 2019 22:09

Bangek bo Aliyên Bexşkar û Rêkxistinên Hawarhatinê û yên Mirovî Derbarê Rewşa Derbideriyê li Idlibê

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bangek bilez bo hemû aliyên bexişkar û rêkxistinên navdewletî û yên mirovî şand, bo alîkariyê ji nêzî sedhezar derbiderî re pêşkêş bikin, ko di çend rojên bûrî de neçar bûne dest ji mal û milkên xwe berdin û xwe ji bombebaran û wêraniya ko rêjîma Esed û hevalbendên wê li hemû derverên gundewarê Helebê û Hemayê pêktînin rizgar bikin.

Pêla derbiderbûnê ya dawî beşek ji pirojeyê koçkirina bi kotekî ye, ya ko rêjîm û hevalbendên wê ji çend salan ve pêktînin, ji bo rijêm bighêje armanca xwe ya ku navê civaka wekhev lê dike, ev koçberkirina rêbazkirî û bi taynbetî sala bûrî gava bi milyonan xelk ji gundewarê Şam û Deraa û Humsê ber bi herêma bakurê rojava çûn, fişareke mezin li ser civaka Sûrî û rêkxistinên hawarhatinê û aliyên piştgir çêkirin, lewra gereke rêkxistin û alî têkevin rewşeke awarte û bizavên xwe bikin yek ji bo karibin pêdiviyên derbideran bilez pêk bînin.

Em daxwazê ji koma hevalên miltê Sûrî dikin bo alîkariyê ji rêkxistinên hawarhatinê re pêşkêş bikin, û para wan zêde bikin tako bilez rewşa têkçûyî li ser xakê çareser bikin, û dîsa piştgiriya rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê bikin, û pêdiviyên bingehîn bo sivîlan li herêmê dabîn bikin, ji ber dema bûrî alîkarî rawestandibûn an jî helawîstibûn.

Hevbendiya Niştimanî dîsa daxwazê ji serpereştên cîhanê û hevalên miletê Sûrî dike, ko biryarê bidin û pêngavên pêdivî bavêjin bo operasiyona leşkerî û koçkirina dibe rawestînin, û kar bikin bo jiyana sivîlan li herêma ko bi milyonan sivîl ji hemû deverên Sûriyê pêşwazî kirine, rizgar bikin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê

Ofêsa Medya û Ragehandinê

16.08.2019

Home Agahî Bangek bo Aliyên Bexşkar û Rêkxistinên Hawarhatinê û yên Mirovî Derbarê Rewşa Derbideriyê li Idlibê