Wezareta Derve ya Fransayê topbarana kampên penaberan li bakurê Sûriyê şermezar kir, ku bû egera kuştin û birîndarbûna bi dehên sivîlan, di nav de zarok û jin, û banga rawestandina operasyonên leşkerî yên ji aliyê hêzên rêjîmê û hevalbendên wan li ser deverê kir.
“Olivier Gouven”, berdevkê wezareta karên derve ya Fransayê, got ku “berdewamiya kiryarên dijminkarî; hewldanên çareseriyeke siyasî ya cihê baweriyê û danûstandinên li ser bûyî têxe di bin metirsiyê de”.
Herweha ku Kordînatorê Mirovî yê NY, Mark Katz, êrîşên rejîma Esed û Rûsya li ser deşta Idlib û Hema şermezar kiribûn, û daxwaza rêzgirtin û parastina karkerên bijîjkî û mirovahî û alavên veguhastin wan û mal û milkê wan kiribû, herweha daxwaza parastina nexweşxane û dezgehên din yên bijîşkî li gorî yasaya mirovahî ya navdewletî kiribû.
Kordînatorê herêmî ji bo karûbarên mirovahî li Netewên Yekbûyî, tekez kiribû ku zêdebûna hejmara kuştiyan bi awayekî rojane, ji encama “kampanya hovane ya êrişên asmanî yên ji hêla hikûmetê û hevalbendên wê” ne.
Ji hêla xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û opozisyonê, daxwaza bizaveke lezgîn û cidî û navnetewî kiribû ji bo rawestandina operasyonên leşkerî ji hêla hêzên rejîma Esed û Rusya ve li deverên kêmkirina zêdegaviyan, û bang li rêxistinên mirovahî kiribû da ku bi erkên xwe rabin ji bo alîkariya mirovên koçber û hewcedar yên li deverên têne bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî