Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi deqeyek bêdeng û xwendina Fatihê li ser giyanên şehîdên şoreşa Sûrî, di 31’ê tebaxê de, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dest bi civînên xwe yên xula 47emîn kir, li bin navê “xula şehîdên ldlib û Hemayê ”.
Serokê Hevbendiyê, Enes Abda, civîn bixêrhatina mêhvan û kesukarên kêmendaman vekir, û herweha biryar hate dan li ser pesindkirina xişteyeke kar bo heyamê du rojan, û paşî hejmarek ji kesukarên kêmendaman derbarê rewşa xwe û dawazên xwe axivîn, di nav de daxwaza avakirina komîteyek taybet di hevbendiyê de ji bo têkildariyan û guhdariya pêdiviyên vê beşa mezin ji qurbaniyên tawanên rejîmê û şerê wê yê qirkirinê li dijî gelê Sûriyê.
Piştre pêkanîna kabîna hikûmata demî ya Sûrî hat gotûbêjkirin, û serokwezîr bernameya hikûmeta xwe û navên wezîran pêşkêş kirin, û navên van wezîran di hikûmeta birêz Abdul Rehman Mistefa de hatin pesend kirin:
Serokerkan Dr. Selîm Idrîs, wezîrê berevaniyê
Kolonel Mihiyedin Hermûş, Wezîrê Navxwe.
Endezyar Mohemed Said Sulêman, Wezîrê rêveberiya xwecihî û xizmetgoariyê.
Dr. Huda Al-A’bsî, Wezîra Perwerdehiyê.
Dr. Abdil Hakim Al-Misrî, Wezîrê aborî û darayî.
Dr. Meram Şêx Mistefa, Wezîra Tenduristiyê.
Parêzer Abdulah Abdul Selam Mohemed, Wezîrê Dadê.
Desteya Giştî civînên xwe di roja duyem de bi pêşkêşkirina raporeke berfireh ji hêla Serokê Hevbendiyê ve berdewam kir, û têde giringtirîn tewer û çalakiyên sereke ji hêla Serokatiyê ve hatin pêşkêşkirin, di nav de giringiya têkiliyên berdewam digel çalakî û saziyên gelê Sûriyê yên di hindur de û li diasporayê, çalakkirina tora têkiliyên navdewletî û pêşxistina nivîsgeha ragihandinê, û berdewamkirina rola Hevbendiyê di proseya siyasî û danûstandinan de, û temamkirina dosyên lêpirsînê yên taybet bi kawanbarên şer.
Serokê Hevbendiyê behsa kiryar û tawanên hêzên rêjîmê û hevkarên wê li dijî gelê me li Idlib û bakurê rojavayê Hemayê kir, piştre li ser devera ewle û rojhilatê Firatê axifî, û behsa encamên tevger û têkiliyên Serokatî û Ofisa têkiliyên derve digel Wezîrê derve yê Tirkiyê birêz Mevlut Caveusoglu û aliyên dost kir, her weha çalakiyên Hevbendiyê ji bo avakirina komîteya tengaviyan û kampên ji bo çareserkirina rewşa derbiderên Idlib û bakurê rojavayê Hemayê û pêşkêşkirina xêvet û arîkariyan.
Û behsa hevdîtinên bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulêman Soilo, û Komîta Hevbeş re kir, yên ji bo çareserkirina rewşa Sûriyên li Tirkiyê û peydakirina alîkariyan ji wan re.
Ji aliyê cîgirên serok ve, kurteyek li ser karên ofîsên xwe pêşkêş kirin, û bal kişandin ser têkildariya ligel çalakiyên cuda cuda yên Sûriyê di hindur de û li wîleyetên Tirkiyê, û herweha Sekreterê Giştî Abdul Basit Abdul Latif, raporteke berfireh li ser kar û destkeftên Sekreteriya Giştî di dema du heyvên borî de pêşkêş kir, û piştre emîndarê desteya siyasî biryar û pêşniyarên desteya siyasî û kurteyek li ser çalakiyên hemû ofîsan pêşkêş kir.
Serokê Komîteya danûstendinên Sûrî, birêz Nesr Al-Harîrî, pêdaçûneke berfireh li ser têkilî û pêşkeftinên dosya komîta destûrî û aliyên siyasî û meydanî pêşkêş kir.
Piştre Komîteya Têkiliyên Leşkerî raporek berfireh li ser rewşa li ser erdê li bakurê rojavayê Hema û Idlibê û pêşbîniyên çavrêkirî pêşkêş kir.
Projeya herêma ewle, rewşa rojhilatê Firatê, rola Hevbendiyê û pirsgirêkên pêşbînkirî hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser piştevanîkirina Komîteya Al-Jazeera û Firatê hat kirin ji bo bi rola xwe rabe weke di bernameya desteya sîyasî de hatiye, û rola hikûmeta demî ji bo peydakirin û bihêzkirina hevkariyê ligel Tirkiyê, û ligel Amerîka ji bo dabînkirina dirûşma Hevbendiyê ji bo ku xelkê herêmê bikaribin xwe birêve bibin di çarçoveya Sûriyek yekgirtî de li ser hêlên siyasî, erdnigarî û civakî ve.
Di dawiya civîna çil û heftemîn de, beşdaran silavên xwe şandin ji qehremanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û fraksiyonên Eniya Rizgariya Niştimanî re li ser xweragiriya wan û qurbaniyên rojane yên didin, bi tekezkirina li ser helwesta hevbendiyê ya neguhêr tevî dijwarî û qurbaniyan, li ser riya serkeftinê û damezrandina sîstemeke firealî û demokrat ku ji hêla Sûriyan ve were danîn bi riya çareseriyek siyasî ya berfireh.
Dilovanî ji şehîdan re, saxî ji bo birîndaran, azadî ji bo girtiyan û serkeftin ji bo şoreşê.
Bijî Sûriya û gelê wê yê azadîxwaz
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
01.09. 2019