Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, doh yekşembê, raporek li ser qurbaniyên sivîl di heyva bûrî de belav kir, têde kuştina 267 sivîlan li Sûriyê pirê wan ji Idlibê ne belge kiriye, tevlî 25 kesên di bin işkenceyê de mirine.
Û Torê di rapora xwe de gotiye ku wê kuştin 267 sivîlan tomar kiriye, 72 zarok û 21 jin di nav wan de hene, û 130 sivîl ji wan li ser destê rijêma Esed hatine kuştin, 36 zarok û 12 jin di nav wan de hene, û 60 sivîl li ser destê hêzên rûsî hatine kuştin, 15 zarok û 7 jin di nav wan de hene.
Û rapora torê kuştina 9 sivîlan li ser destê milîsên PYD belge kiriye, çar zarok û jinek di nav wan de hene, herweha 2 sivîl li ser destê çeteyên DAIŞê û sivîlek li ser destê “ Heyet Tehrîr Alşam” hatine kuştin, her weha torê kuştina 63 sivîlan li ser destê hin aliyên nenas, 17 zarok û jinek di nav wan de hene belge kirine.
Û raporê behsa kuştina 25 kesan di bin işkenceyê de kir, 18 ji wan li ser destê rijêmê ne, û yek li ser destê “Heyet Tehrîr Alşam” û yek li ser destê milîsên PYD û 5ên ku jinek jî di wan de heye li ser destê aliyin din ên ku torê ew bi nav nekirine.
Her weha Torê di rapora xwe de pêkhatina 7 komelkujiyan di heyva tebaxa bûrî de tomar kiriye, 3 ji wan li ser destê hêzên rijêmê ne, û 3 li ser destê hêzên rûsî , û yek li ser destê aliyin din.
Û raporê got ku 2 kadiroyê pizîşkî di nav qurbaniyan de hene, di êrîşên Rûsiyê de hatine kuştin, û 3 ji kadroyên Berevaniya Sivîl li ser destê hêzên rijêmê û yên Rûsiya , her weha kadroyek ragihandinê di heyva tabaxê de di zindanên“ Heyet Tehrîr Alşam” de hatine kuştin.
Û rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ji şandyarê navdewletî bo sûriyê daxwaz kir ku berpirsên komelkujî û tewanan û sedemên ruxandina rêkeftina kêmkirina şer pirotesto bikin, û tewankaran siza bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî