Human Rights Watch, îro di raportekê de eşkere kir ku bi kêmanî sê welatiyên sûrî yên bi zorê ji aliyê ewlehiya giştî ya Libnanê ve bo Sûriyê hatibûn vegerandin, ji aliyê karbidestên rejîma Esed ve hatine binçavkirin, û Human Rights Watch bal kişand ku rayedarên Libnanî penaberan bi zorê vedigerinin, û rêzê li rêşûnên yasayî nagirin.
Cîgira rêveberê karûbarê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch, Lema feqî got: ” Dema penaberên Sûrî yên li Libnanê tên vegerandin; rastî metirsiyên giran tên, li welatê ku berê jê reviyane, û bo hikûmeta berpirsyar di ber pêkanîna tawanên qirkirinê de têne radestkirin “, û tekez kir ku “Libnan bi awayekî yasayî pabend e beramber xelkê daxwaza parastinê kirine, û yasa vegerandina her kesekî ku heye rastî sertkutkirin û îşkenceyê bibe qedexe dike “.
Human Rights Watch got ku Libnan, wek aliyekî “Peymana li dijî îşkenceyê”, neçar e ku ti kesî radest neke di dema ku gefa îşkenceyê li pêşiya wî hebe, û herweha pabend e bi prensîbên yasa navdewletî ya naskirî ya li ser ku nabe kesek bi zorê vegere li cihên metirsiya tepeserkirinê lê hebe”.
Human Right Watch got ku ew hêjî berdewam bûyerên binçavkirin, bêserûşûnkirin û zordestiyê li deverên di bin kontrola rejîma Esed de belge dike, û got ku mirovên hatine vegerandin bo Sûrîyê û malbatên wan bi giştî ditirsin dema li ser serpêhatiya wan diaxivin.
Human Rights Watch diyar kir ku siyaseta qewtandina penaberan yek ji rêşûnên Hikûmeta Libnanî ye ku fişareke zêde li ser vegera penaberên Sûrî kiriye, di nav de helweşandina kampên penaberan û zordariya li ser karkerên Sûrî yên bêyî destûrên kar.
Herweha ku Human Rights Watch di 31’ê tîrmeha borî de daxwaza agahiyan ji Ofîsa Serok û Ewlekariya Giştî kiribû, derbarê bingeha yasayî ji bo biryarên dawiyê yên vegerandina penaberên Sûrî, û proseya qewtandina wan, û tedbîr bêne standin ji bo piştrastkirina ku kesên têne vegerandin ji bo Sûriyê, rastî zordariya neheqî nebin, û ta niha bersiv negihiştiye Human Rights Watch.
Berî niha, “Amnesty” jî li roja sêşema borî di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina bilez ya vegerandina penaberên Sûrî li Libnanê kiribû, û gotibû ku karbidestên Libnanî di “sê mehên borî de” bi zorê “nêzî 2,500 penaberên Sûrî bi zorê vegerandin li gorî biryareke nehênî ya Encûmena parastinê ya bilind li Libnanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî