Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Îro Wezareta Tendurustiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, yekemîn pêketiyê nexwaşiya Covid19 li bakurê Sûriyê ragihand, em ji nêz de rewş û raporên pêve girêdayî dişopînin.
Karûbarên ta vê kêliyê dihatin kirin baş bûn, ew kesê bi Koronayê ketiye li Tirkiyê niştecî ye, û di warê guhdana bijîşkî de li Sûriyê dixebite, û li gor rewşa karê wî, ew bi awayekî li dû hev derbasî Sûriyê dibe, û piştî diyarbûna nexweşketina wî, yekser karûbarên pêwîst hatin pêkanîn, û rewşa malbata wî hat şopandin, û tendurustiya kesên pê re têkildar hate sehkirin.
Em daxwaza pabendiya bi rênmayên Wezareta Tendurustî û aliyên bijîşkî yên têkildar derbarê dûrbûna civakî û karûbarên saxlemiyê û çênekirina hevdîtin û kombûnan ji herkesî dikin.
Helmetên hişyariyê metirsiya nexwaşiyê ji her kesî re aşkere kir, û got ku divê bi haydarî şopandinan kesên pêketî berdewam be, daku nexwaşî belav nebe.
Wezareta Tendurustiyê rewşa tevaya kesên gumana pêketina Vîros li wan hene dişopîne, û xwedê neke ger hîn bêhtir pêketin zêde bibe emê bi rengekî zelal raghînin.
Ji saziyên navdewletî û rêxistinên tendurustî tê xwestin ku zêdetir guhdan û piştgiriya deverê bikin, ji bo nehêlana belavbûna nexwaşiyê, tevlî dabînkirina gihandina alîkariyên mirovahî yên pêwîst .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
9 tîrmeh 2020