Wezareta Tendurustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, yekemîn pêketina bi nexwaşiya Covid19 li deverên rizgarkirî ragihand, û Wezîrê Tendurustiyê Meram Elşêx got ku kesê pê ketî pizîşkekî di warê tenduristî de kar dike temenê wî 39 e.
Û Elşêx eşkere kir ku nîşanên nexwaşiyê ji du rojan de li wî bijîşkî xuya kiribûn, û taqîkirin jê re çêbû û encam erênî hat, û bal kişand ku yê pêketî ji dema nîşanên nexwaşiyê lê derketine di hecra tenduristî de ye.
Û Wezîrê Hikûmeta Demkî tekez kir ku wê dest bi hejmarek ji kartêkirnan bête kirin, û nexweşxwane bi temamî hate cudakirin, û nehiştin ku kes bighê, her weha cihên razanê yên nexweşxanê cuda kirin, û dan şopa kesên bi yê pêketî re civiyane re, û taqîkirin ji wan re çêkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de, daxwaza pabendiyê bi rênmayên Wezareta Tendurustiyê û aliyên bijîşkî derbarê dûrbûna civakî û kartêkirinên saxlemiyê û çênekirina hevdîtin û kombûnê kir.
Û bal kişand ku Wezareta Tendurustiyê rewşa tevaya kesên gumana pêketina Vîrosê li ser wan heye dişopîne, û got ku wezaret dê pir zelal be ger hîn bêhtir pêketin xuya bibin.
Û ji Ji saziyên navdewletî û rêxistinên tendurustî xwest ku zêdetir guhdan û piştgiriya deverê bikin, ji bo nehêlana belavbûna nexwaşiyê, û dabînkirina gihandina alîkariyên mirovahî yên pêwîst .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî