Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberia Sûrî, civîna xwe ya rolane lidar xist, tê de dawîtirîn pêşhatên ketwara meydanî û siyasî gengeşe kirin, û şermezariya xwe derbarê Vetoyê Rûsî û Çînî dijî pirojeya biryara dirêjkirina gihandina alîkariyên mirovahî di xalên sînorî re bo hewcedarên Sûriyê anî ziman.
Û Sekreterê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Riyad Elhesen, got ku Encûmena Ewlekarî şaştiyeke mezin kir, dema serî ji rûsiya re danî, derbarê biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 182/46 naveroka biryara 2504(2020) û di pirojeya dirêjkirina pirojeya biryara alîkariyên mirovahî ya hejmara 2165(2014) ya ku berî du rojan rastî Vetoyê Rûsiya û çînê hat.
Û got ku biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 182/46 taybet in bi rewşên awarte yên ji ber karesatên siruştî û yên mîna wê bû, û çênabe ku tiştê jiber bobelatên siruştî çêdibin bi tewanên cengê yên ku rêjîma Sûrî dijî nişteciyên sivîl pêktîne û wan bi mebest birçî û dorpêç dike werin şibandin.
Û aşkere kir ku rêjîmê ev şaştî bikar anî, bo danîna mercê pejirandina xwe li ser derbasbûna alîkariyên mirovahî her weha derbaskirina wan di riya xalên sînorî yên di bin destê rêjîmê de tenê re.
Û ji Amerîka û Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê û Dewletên Dostên Sûriyê daxwaza biryarekê derveyî Encûmena Ewlekariyê kir, daku alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bighînin hewcedarên Sûriyê.
Û bal kişand ku çênabe û nayê pejrandin ku zêdetir ji 7 milyar dolar bibexşînin rêjîmeke kujer, û ew dê wek werîsê xelasiyê ji wê rêjîmê be, û roniyek kesk e be jê re, daku êrîşên leşkerî yên terrorîstî dijî sivîlan pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî