Desteya cîbicîkirinê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî duh pênşemê biryarek derxist, tê de bikaranîna hêzên rêjîma Esed ji gaza Sarîn û Kilor re di êrîşên dijî bajarokê Elletamnê yê gundewarê Hemayê di 24-30 di heyva adara 2017an tekez kir.
Û Rêxistina Navdewletî 90 roj muhlet dan rêjîma Esed, daku avahiyên berhemdayîn û depoyên çekên kîmawî aşkere bike.
Û rapora Rêxistinê tekez kir ku” êrîşa kîmawî kifiş kir ku rêjîma Sûrî xwe ji çekên kîmawî û avahiyên berhemdana wan xelas nekiriye” û bal kişand ser girîngiya lêpirsênên êrîşa kîmawî li ser Elletaminê û sizakirina berpisyarên di ber êrîşê de.
Û biryara Rêxistina Navdewletî daxwaza pabendiya bi pirogramê depokirina keresteyên kîmawî û raghandina qebareya çekên amade ji bikaranînê re ji rêjîma Esed kir.
Û berî bi demekê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, daxwaza liveke navdewletî li gorî beşê heftemîn ji peymana Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî li gorî biryara 2018an kir, li gorî encamên rapora rêxistina navdewletî.
Û Tîma Lêpirsînên Navdewletî ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di 8ê heyva nîsana bûrî de, tekez kir ku hêzên rêjîmê êrîşa bi çekên kîmawî dijî bajarokê Elletamnê yê girêdayî gundewarê parêzgeha Hemayê di heyva adara 2017an de pêk anî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî