Gelê Sûrî yê gewre
Silav û rêz
Îro vê gotarê di dema bi dawîbûna heyama serokatiya min ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî re ji we re pêşkêş dikim.
Ew erkê di rewşeke pir dijwar û astengiyên mezin de hat.
Têkbirina me wek şorş dihate armanckirin.
Rewşeke mişt buyer û astengî bû
Em tê de rastî hejmareke ji kêşeyan hatin, bersivdaneke lezgîn dihat xwestin, hin jê awarte bûn û berê çênebibûn.
Sê pêvajoyên sereke hebûn, min ew bibandor û di heman demê de pêwîst didîtin:
* Xurtkirina rewaya Hevbendiyê di nav Sûriyan de, û bihêzkirina amûrên têkliya bi wan re, daku Hevbendî di asta ku Sûrî hêjayêne de be.
* Parastina rêça siyasî û pirensîpên ku gelê Sûrî ji bo wan derketiye meydanan
* Me dixwest nûnertiya Hevbendiyê ji gelê Sûiyê re bibe mîna ya berlemanekî.
Min sala bûrî bi tîmeke ji Sûriyên dilsoz re karîbû hin pêngavên girîng di van rêçan de pêbavêjin.
Di warê têkliyan bi xelkên me re, dema bûrî têkliyên yekser û pir di riya serdanên deverên rizgarkirî re ku ji qonaxên berê zêdetir bûn çêbûn, me karibû di riya şêwra di gel çalakiyên sivîl û siyasî re girîngtirîn pêşhatên diqewimin pev bidin zanîn û metirsî û nerînên wan fêm bikin
Em bi sardana kampên penaberan rabûn, û me hevrêzkarî û pêwendî bi aliyîn bexşkar re bo dabînkirina hewcedariyan bi rengekî berdewam kir
Û gava kirîza penaberên Sûrî li Tirkiyê rûda, derbarê rêxistinkirina rewşa yasayî ji Sûriyan re, me destpêşxeriyek ji Wezîrê Hundir yê Tirkiyê re pêşkêş kir, di riya avakirina mekanîzmeke têkliyên germ û pispor di navbera Hevbendiya Niştimanî ji aliyekî ve û saziyên fermî yên Tirkiyê ji aliyekî din ve, û li ser wê bingehê Komîteya Sûrî -Tirkî pêk hat, û ew jî niha aliyekî fermî ye di navbera Sûriyan û Hikûmeta Tirkiyê de
Derbarê rêça siyasî:
Tevî rewşa leşkerî ya dijwar û vekşîna hemûyan ji pişt me di qonaxekê de, me karîbû asta daxwazên şoreşê û gelê sûriyê biparêzin, û em li hember gelek hewlên jihevxistina rikberiya siyasî an guhertina riya wê rawestiyan, di dema ku helwestên me derbarê pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî li gor kolana Sûrî ya şoreşger û armancên wê yên rasteqîn man.
Hevbendiyê hevdîtinin girîng bi rayedarên siyasî yên 22 dewletan re lidar xistin, û tê de behsa rewşa Sûriyê û doseya siyasî û mirovahî kir.
Û me hevrêzkarî bi birayên Erebistana Siûdî re derbarê cûrbecûr doseyan berdewam kir, û me pilana karekî nû ji bo Werzê Hecê li gorî pêşhat û metirsiyên girêdayî bi bêtara Koronayê danî.
Û bi belavbûna bêtara Koronayê re li cîhanê, me komîteyeke lezgîn pêkanî ji bo kartêkirin û tevdîrên pêwîst deynin û belav bikin, û me gelek caran sardana kampan kir, me helmetên hişiyariyê yên meydanî û yên di riya alavên ragihandinê re cîbicî kirin, û têklî bi dewlet û saziyan re domanidin, wek Amrîka, Tirkiya, Qeter û Dewletên Yekîtiya Ewropa û Birêtaniya, her weha bi rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor re.
Û aliyekî din pir girîng û metirsîdar e ew jî doseya girtiyan e, nemaze xeternakiya belavbûna bêtara Koronayê di nav wan de, di dema tunebûna guhdana bijîşkî de, Hevbendî bi helmeteke dîplomasî ya mezin rabû, me di riya wê helmetê re daxwaz ji tevaya dost û saziyên navdewletî û mafnasî kir, ku bi rola xwe rabin, û ji bo serbestberdana wan girtiyan fişarê li rêjîmê bikin.
Saleke dijwar bû, bi astengiyên mezin û bûyerên girs mişt bû, ji helmeta hovane dijî Idlib û bakurê welêt de bigir ta kêşeya derbideriyê û dijwariya rewşa mirovahî li kampan, û kêşeya penaberan ya gihîştî sînorê yonanistanê, û di dû re operasyona Kaniya Aştiyê, û pêkanîna Komîteya Destûrî û gerên çareya siyasî li dû hev, heyanî piroblêmên yasayî derbarê Sûriyên li Tirkiyê û bêtara Koronayê, di xizmeta xelkê me û doza gel de me kar kir, lê tiştê me pêşkêş kir pir hindike li hember qurbaniyên ku Sûrî li ser xaka welat ya paqij didin.
Ez îro diçim karekî din ji yê berê ne hêsantir e, nemaze di vê rewşa dijwar de, çimkî ez ji aliyê hevkaran ve di Desteya Danûstandinan de wek Serok hatim erkdarkirin, û ew jî karekî dijwar e di rewşeke hestyar de, bi hestên berpisyarî û erkê ser milê me hest dibim, û bi guhdan divê em xalên lawaz ên metirsîdar çareser bikin, tevlî ku ez zanim ku astengî mezin in.
Rêça siyasî niha di rewşeke pûçkirî de ye, ji ber astengiyên Rûsiya û rêjîmê, û rijdbûna wan li ser çareseriya leşkerî yaku neçûye û naçe serî jî.
Rêjîm bi rengekî lezgîn di warê aborî û civakî de hildiweşe, û dê roleke zêde ya Yasaya Qeyser di wê lezkirinê de hebe
Û em li misogerkirina gihandina alîkariyên mirovahî û pêdviyên sereke ji gelê me yê li tevaya Sûriyê dijîn miqate ne.
Em pêgirin bi pirensîpên şoreşa me wek pirensîpên niştimanî yên bi xwîna pakrewana hatî nivîsîn, û emê di karê xwe yê ji bo çareya siyasî cidî û berdewam bin, ta bighên veguhestina siyasî li gorî biryara 2254.
Em piştgiriyê didin karên Komîteya Destûrî, ya ku rêjîmê bi hemû karînên xwe xwest ku rawestîne, û ji rêça wê derxîne û nehêlibe ku pêşde here, daku nebe gaveke rasteqîn berve cîbicîkirina biryara 2254 de.
Û ev biryar ne tenê taybet e bi Komîteya Destûrî, lê ew bi xwe desteyeke hikûmdariya veguhêz e jî, û em tev zanin ku guhartina destûrê bi tenê ti rewş û ketwarê li Sûriyê naguhêre, û ne jî hêminî û aramiyê vedigerîne welêt, û ne jî 13 milyon koçber vedigerîne malên wan.
Doza Sûrîyan ya rasteqîn bingeha tevaya liv û tevgara me bû, dûrî çi bandorên siyasî an yên derve yên xizmeta dozê nakin, û emê wek berê bimînin di karê xwe yê siyasî yê rojên pêş de.
Em têkoşînê dikin ji bo em wek gel berdewam bimînin, kar ji bo vegera welêt û parastina nasnameya me bikin, ti axaftin li ser çareya siyasî li Sûriyê çênabe, bêyî ku em çareyeke ketwarî bibînin , û vegera awle, bi rûmet û ji ber xwe ve ji 13 melyon penaber û derbider û koçber re dabîn bibe, ti axaftin li ser pêşeroja Sûriyê û hêminiya wê û hilbijartin û jinûavakirin û vejîna aboriyê çênabe, bêyî ku em guh bidin dengê 13 melyon Sûrî, yên zêdetir ji nîvê hejmara gelê Sûriyê ne.
Pêkanîna mercên jîngeheke ewle û vegerandina Sûriyan bo welatê wan ji yekemîn armancên meyên sereke ne, ji ber ku hebûna wê jîngehê; cudahiya di navbera jiyan û mirinê de ye, di navbera awarebûn û vegerê, navbera têkçûna Sûriyê û vejîna wê ya ji nû de ye, ji ber ku misogerkirina wê jîngehê gewherê çi çareya siyasî ye.
Yekrêziya biryara siyasî ya Sûrî bi awayekî cidî, karekî domdar e ji bo me, daku em nehêlin rêça siyasî bibe daf û xapînok û rewşa pûçkirina siyasî biçespîne, yaku gelê me li hundir û dervyî Sûriyê nirxê wê dide, û emê rijd bin li ser gavên piratîk yên me bighînin guhartina ketwarê Sûriyê û veguhestina siyasî misoger bike, û em ê di vî warî de nerînên nû ji aliyên navdewletî yên xwedîbandor di pirosesa siyasî ya dikeve xizmeta bercewaniya gel de re pêşkêş bikin.
Xelkê me yê sûrî yê rûmetdar
Ez pêwîstiya berdewamiya kar tînim bîra we û xwe, û cextê li ser girîngiya avakirinê li ser tiştên hatine avakirin dikim, û berdewamiya têkoşînê li ser hemû astan ta bighînin Sûriya di sawêr û xwenên me tevayan de.
Ez cihê xwe radest dikim, û ez dizanim ku kêmasî kete karê me, û daxwazê ji tîma ku dê Hevbendî hilbijêre dikim ku wan kêmasiyan kêm bikin, û hergav rênimayan dûzan bikin, û rêça pêkanîna hêviyên gelê Sûrî bişopînin, hêviya serkeftinê ji wan re dikim.
Silav û rêz
her çavê xwedê li we be
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
11 tîrmeh 2020