Nameyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, mirina Serheng Mihemed Nebhan Endamê Hevbendiya Niştimanî û Endamê Encûmena Tirkmanî ya Sûrî, yê ku vê sibeha şemiyê çû ber dilovaniya xwedê radigihîne.
Serhengê koçadawîkirî li Humsê ji dayik bibû, kolîja leşkerî sala 1983 qedandibû, û kolîja zanistiyên mirovahî û derûnî xwend û di vekolînên yasayî de pispor bû, veqetandina xwe ji rêjîma Elesed di 2012an de bi pileya Serheng ragihand.
Nebhan li kêleka Yekîniyên Artêşa Sûrî ya azad li bajarê Busira Elherîrî li Deraa xebitî, û di karê siyasî de di damezrandina Encûmena Parêzgeha Humsê û Encûmena Eşîrên Sûrî de çalak bû, û di sala 2016 an de tevlî Encûmena Tirkmanî Sûrî bû, û ew Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ji ber Encûmena Tirkmanî Sûrî ve bû, ta dawiya jiyana xwe, û canê xwe ji ber pêketina nexweşiya Korona jidest da, dilovaniya xwedê lê be û cihê wî behişt be.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya xwe ji malbat û dost û hevkarên wî yên Encûmena Tirkimanî ya Sûrî re tîne ziman
Em yê xweda ne û emê lê vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
25 tîrmeh 2020