Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek vîdyoyî di riya entirnêtê re bi Balyoz û Nûnerên Dewletên Dostên Gelê Sûriyê re lidar xist, di çarçoveya helmeteke navdewletî yaku Hevbendiya Niştimanî ji bo pêşîgirtina li bêtara Korona li Sûriyê pê radibe hat.
Û di civînê de Hevrêzkar û Endamên Ofîsê û Serokê Hevbeş yê Komîta Destorî ya Sûrî Hadî Elbehra beşdar bûn, her weha Wezîrê Hikûmeta Sûrî ya Demkî D. Meram Elşêx, û Rêvebirê Giştî yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno û hevrêzkarê şopandinê di Tora ji bo Hişyarkirina Zû û Bersivdana Bêtaran di Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê de, Dr. Nasir Elmihawiş beşdar bûn.
Di heman demê de nûnerin ji aliyê Emrîka û Yekîtiya Ewropa û Birêtaniya û Almaniya û Firansa û Balcîka beşdar bûn.
Û civatê giringî da rewşa tendirustî li Sûriyê, û pêşgavên çalak li hember Vîrosa Korona piştî pêketina hein kesan li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, her weha behsa şopandina cîbicîkirina pilana Wezareta Tendirustiyê û Komeleya Tendirustiyê û Saziya Tendirustiya Cîhanî ji bo rûbirûbûna Vîrosê ya li ser li hev kirine kir.
Û Wezîrê Tendirustiyê şiroveyek li ser rewşa tendirustî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û bal kişand ser berdewamiya wan di rêşûnên taqîkirina kesên gumana nexweşiyê li wan heye û yên têklî bi wan re çêkirine kir, û eşkere kir ku hejmara pêketiyên Korona gihîşte 22 kesan, ta roja pênşemê.
Û got ku hvrêziyeke mezin di navbera Wezareta Tendirustî û Rêvebirên Tendirustiyê li tevaya deveran heye, û bal kişand ku wan du navendên taqîkirina tendirustî amade kirine, yek jê li dergehê Bab Elhewa û yê din li bajarê Babê ye.
Û tekez kir ku xemxwariyeke mezin ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan heye, nemaze ku amûr û şîyanên pêwîst ji bo dorpêçkirina belevbûnê li deverê tune ne, lewra nexwaşî li deverê zêde dibe, û daxwaza dana alavên tendirustî û maskan bê pere û dabînkirina xwarin û ava vexwarinê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, di beşekî ji civînê amade bû, û sipasiya xwe ji tevaya dewletan re pêşkêş kir, li ser berdewamiya wan di piştgiriya gelê Sûrî û doza wî de, nemaze li ser asta alîkariyên mirovahî û pizîşkî û bersivdanê ji bo rûbirûbûna Vîrosa Korona, û rewşa lawaz li deverên rizgarkirî axifî, bi tayber di warê avahiyên tendirustî û amedekariyên wan, û pirbûna nişteciyan nemaze di hundir kampan de, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgirî û xurtkirina pilana bersivdana awarte bi hevrêziya li gel saziya Tendirustiya Cîhanî û giringiya rakirina asta piştgiriya girêdayî ava vexwarinê kir.
Û tekez kir ku takeçare ji bo rûberûbûna tevaya qeyranên welêt ku yek jê kêşeya Korona ye, dê di riya cîbicîkirina veguhestina siyasî re be, li gorî biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê, daku bigihêne dewleteke dezgehî ya karibe bi awayekî durist bi kirîzan re bide û bistîne, û hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê û demoqrasiyê de bicî bîne, û tekezî li ser pêwîstiya serbestberdana girtiyan kir, yaku weke hîmekî sereke ye di dadwerîya veguhêz û aştiya berdewam de li Sûriyê.
Û doza girtiyên di zîndanên rijêmê de yek ji şaxên herî girîng bû di civatê de, û hemû civîngeran tekez kirin ku metirsiya ketina bi korona bêtir li ba kesên girtî di zindanan de heye, ew jî ji ber xirabûna rewşê di girtîgehan de û operasyonên işkenceya hovane û miştbûna zîndanan bi girtiyan.
Û daxwaza fişaran li ser rijêmê kir, ji bo bi biryarên navdewletî banga nûnerê navdewletî Pederson ji bo serbestberdana girtiyan pabend bibe, û bihêle Saziyên Navdewletî têkevin girtîgehan de, daku rewşa girtiyan û navendên girtinê bişopînin.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî nemaze li ser asta destpêkirina derketina yekîneyên leşkerî yên Artîşa Niştimanî ya Sûrî ji hundir bajaran berve çeperên şer ve berçav kirin.
Û li ser asta siyasî amedebûyan amedekariyên Nûnerên Desteya Danûstandinan di Komîteya Destorî de ji bo rûniştina sêyemîn li ser daxwaza Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Ger Pederson gengeşe kirin.
Ji aliyên xwe ve Balyoz û Nûnerên Dewletan tekezî li ser piştgirîya berdewam ji gelê Sûriyê re, û pabendiya domdar bi pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û pizîşkî ji hewcedariyên di kampan re kirin, herweha piştgiriya pirosesa siyasî û xebatên Nûnerê Navdewletî bo serxistina karê Komîteya Destorî daku bighînin çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî