Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rola Rosiyê li Sûriyê ya tewankar e , û rijêm û milîsên Îranê tenê hevbeşên wê re, ev tê wê wateyê ku Rûsiya aliyê sereke yê vê cengê ye, û dengdana wê li ser vê mijarê ne yasayî ye, li gor mada 27 ji belgeyên Netewên Yekbûyî, ew mada ku dengdana kesên alî bin di şeran de qedexe dike.
Divê dengdana Rûsiyê qedexe bibe, wek Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bêtir ji carekê pêşinyar kiriye, çênabe di heman demê de Rûsiya tewankar û dadvan be jî, û divê civaka navdewletî vê bêserûberiyê bidawî bike.
Helwesta Rûsiyê ya ku doh roja çarşembê bizavên hin endamên Encumana Ewlekariya Navdewletî ji kar xistin, û nehişt daxwiyaniyek ji bo agirbestê li Idlibê derkeve, wek berdewamiyekê ji siyaseta veşartina tewanên Rûsiya û rijêmê û Îranê li Sûriyê.
Bizavên dewletên dost li Encumana Ewlekariyê xêrxwazî ne, û cihê rêzgirtina me ne, lê çênabe dostên gelê Sûriyê tenê gotinên xweş bidênê, di dema ku ew di bin zora kuştina Rûsiya û alîgirên wê de ne, û ev lihevparkirina dost û dijminên gelê Sûriyê, dê vî welatî ji xelkên wî vala bike, di riya kuştin û koçberkirinê re.
Ew helwesta Rûsiya ya cihê şermezarkirinê, û ji yekemîn roj de aliyê tewankar girt, û ya beşdar di tewankarî û bombebaran û kuştinê de; sedema sereke ye di kambaxbûna rewşê de li Sûriyê, û kuştina bisedên hezaran ji sûriyan û koçberkirina bimilyonan ji wan,û derî li pêş pêkanîna mezintirîn û kirêtirîn binpêkirin û tewankariyan di dîroka mirovahiyê de vekir.
Eger gotinên dewletên dostên gelê Sûriyê bi rastî bibana kar li ser xakê, û tewankar hatibana sizadan, dê rûsiya tewankar nikarîba berdewam kiriba û nexweşxane û dibistam û navendên pizîşkî û malên sivîlan armanc kiribana, û tevaya coreyên tewanên cengê pêk nehatibana.
Di dîroka encumana ewlekariyê de, aliyên kartêker ên civaka navdewletî ji bo rawestandina komelkujiyan tevgeriyane, bi riya mîkanîzmayin serbixwe, tevlî bêkarînbûna Encumana Ewlekariyê, û îro dê nepêkan be çareseriyek ji bo rawestandina kuştinê li Sûriyê bê dîtin, eger Rûsiya tewankar û dadvan be di heman demê de, û cîbecîkirina biryarên navdewletî di hundurê sazî jikarketî bimîne. Divê aliyên kartêker ên civaka navdewletî mîkanîzmayeke navdewletî çêkin, ji bo rawestandina êrîşa terorîstî ya tewankarî ya li Idlib û Helebê dibe, û alîkariyên pêwîst bi rengeke yekser ji koçber û derbideran re bêne pêşkêşkirin, û sepandina atmosfereke guncav ji bi biserxistina çareseriya siyasî li gor biryara 2254 .
Dem hatiye ji bo herkes berpirsyariyên xwe hilgire.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
19 sibat 2020