Teqîna Terorîstî li Serê Kaniyê Berpisyariya Civaka Navdewletî di Rûbirûbûba Terorî de Tekez Dike

Daxuiyaniyeke Rojnamevanî

Teqîna terorîstî ya ku sivîlên bazara şînahî li Serê Kaniyê bakurê Sûriyê armanc kir, nîşanekî nû ye li ser piştgirêdana şaş yaku hin aliyên navdewletî bikaranine, û pêwîstî heye ku ew berpisiyarê derbarê terror û rêxistinên terorî li Sûriyê hilgirin, û metirsiya pîvana bi du pîverên cuda dema têkiliyê bi wan rêxistnan re dikin.

Em bawer in ku ew komik û rêxistinên terorîstî nikarin armancên xwe li Sûriyê û deverê pêk bînin, û di şerê xwe dijî gelê Sûrî têkçûye, lê em di heman demê de cextê li ser metirsiya berdewamkirina bidesxistina wan ji piştgirî û alîkariya darayî û hêsankariyan re dikn, ew jî tê wê wateyê ku ew Karin erdem tewanên weha bicî bînin.

Artêşa Niştimanî ya Sûrî û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî hewcedarî piştgirîyê ne, ji bo van rêxistinan dorpêç bikin, û ji hev bixînin, û gefên wan li ser sivîlan bidawî bikin.

Em sersaxiya xwe ya gerim ji malbatên pakrewanan re û ji tevaya gelê me li Serê Kaniyê dikin, û em tekez dikin ku cenga me li gel van rêxistinan berdewam e, ta ku werin jihevxistin, û bi temamî bi dawî werin

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan

26 tîrmeh 2020