Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Êrîşa terorîstî û dijminkariyên giştî yên dagîrkarên rûs û îranî û hêzên rijêmê dijî gundewarê Helebê pêktên, di demjimêrên bûrî de bûn sedema bobelateke mirovî ya mezin ji aliyê kuştin û wêrankirin û koçberkirinê de, piştî bombebaraneke rûsî ya tund û giştî ya ku çend hefteyan berdewam kir, û têde bajar û bajarok bi rengek yekser armanc kirin.
Balafirên rûsî îro 2 nexweşxane li gundewarê Helebê yê rojava armanc kirin, wek berdewamiyekê ji siyaseta armanckirina nexweşxaneyan re , ya ku bidehên caran hatiye belgekirin, û yek jê sala bûrî bû, dema 4 nexweşxane di 12 demjimêran de hatin armanckirin.
Civaka navdewletî û tavaya saziyên navdewletî , berpirsyar in di ber parastina sivîlan de, û îro pêşberî ezmûneke exlaqî û mirovahî û yasayî ne, li pêş gelên xwe û tevaya gelên daxwaza azadî û dadmendiyê dikin.
Diyarkirina bêzariyê tenê li pêş bobelateke mezin a bi vî rengî, ne riftarekî berpirsyane ye, û ne li gor nirxên mirovahî û exlaqî ye, di dema ku ew Karin bi rastî karekî bikin ji bo rizgarkirina bisedhezaran sivîl ji kuştin û koçberkirinê.
Û gelê Sûriyê dewletên li kêleka wî di cenga wî ya dijî stemkarî û tewankariyê de rawestiya jibîr nake, û herweha kesê tewankarî dermafê wî kir û beramber tewanên mezin ên dijî wî pêk hatin bêdeng ma jî jibîr nake, û dê gelê cîhanê tev tê bigihêjin ku gelê Sûriyê ranaweste ta rizgarkirina welatê xwe ji dagîrkarên rûsî û îranî û rijêma stemkar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, daxwaza xwe ji civaka navdewletî nû dike, ji bo berhevkirina mîkanîzmeke navdewletî bi armanca ferzkirina agirbesteke yekser û rastyeqîn, bo rawestandina êrîşa terorîstî û tewankarî ya ku îro li Heleb û Idlibê dibe, û pêşkêşkirina piştgiriya yekser ya pêwîst ji koçberkirî û derbideran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî