Tevgera derbidebûnê ji gund û bajarokên parêzgeha Helebê, berve deverên li ser sînorê Tirkiyê berdewam e, bi sedema domandina dijminkariya berfireh li gundewarê parêzgehê ji aliyê Rûsiya û hêzên rêjîma Esed ve.
Û çalakvanin xwecihî ragihandin ku bêtir ji 3 hezar malbatên derbider gihîştin bajarê Ezazê yê girêdayî parêzgeha Helebê li rex sînorê Tirkiyê, û wek wan gihîştin devera Efrînê jî, ji encama bombebarana hovane ji berî 2 rojan de.
Û çalakvanan diyar kirin ku ew malbetên derbider bûne, hinek jê li senterên taybet bo vehewandina derbideran bicî bûn, hin jî li mizgeftên bajêr balv bûn, hin jî li baregeha zanîngeha Heleb ya Azad û hin jî di otombêlên xwe de li ser riyan belav bûn, û hina jî konên xwe di nav zeviyên çandiniyê de bicî kirine.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku hemû alî di rijandina xwîna sûryan de beşdar in, kê bombebaran kir, kê mirov kuştin, kê milîsên xwe yên mezhebî şandine, kê cihên armanckirinê ji kujer re nîşan kirine, û kê hiştî ku gelê sûriyê ji alavên bergiriyê bêpar bimîne û kî bêdeng maye.
Û hevbendiyê ji gelê cîhanê û dezgehên sivîl û mafnasî û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên li her derê daxwaz kir, ku tevgera xwe bikin û zextê bidin hikûmetên xwe daku ev helmeta terrorîstî were rawestandin, û biryar û yasayên navdewletî bêtin cîbicîkirin.
Herweha deverek berfireh li gundewarê rojavayî Helebê rastî êrîşeka dijminkarî ya mezin ji aliyê Rûsiya û rêjîma Esed ve tê, ya ku bûye sedema şehîdkirina bidehan sivîl û koçberkirina zêdetir ji 200 hezar mirov, yên ku berê xwe dane sînorê tirkiyê, di dema pêşveçûna hêzên êrîşkar de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî