Hevrêzkarê nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî li gundwarê Helebê yê bakur, Ehmed Elşihadê, beşdarî di workşopa ku ji hêla wezarte navxweyî ya hikumeta demkî ve hatibû amadekirin ji bo pêşxistina karê xwecihiyan kir.
Workşop di bin navê ( Lêkolîn li ser lîsteyên rêxistinî yên rêvberiya xwecihî û şêweyên pêşxistina wan), li baregeha wezaretê li Efrînê hat lidarxistin, û hejmarek ji nûnerên encumanên xwecih lê amade bibûn.
Workşopê giringî da lîsteyên cîbicîkirinê yên di têkestên peyrewa navxweyî ya encumanên xwecihî de hatine, li gor van rewşên niha, û kesên beşdar rewşa encumanên xwe giftûgo kirin, û bi taybetî zehmetiyên ku dikevin riya wan de.
Di heman Workşopê de behsa şêweyên pêşxistina lîsteyên karê hundirîn kirin, ji bo di warê piratîkê de bicî bikin.
Di dawiya Workşopê de kesên beşdar gihan hin encaman, û ew encam wê li ser Encumanan bên belavkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî