Balefirên Rûsî di bumbekirina malên welatiyan û nexweşxaneyan de li gundwarê Helebê berdewam in, û 2 nexwşxane li bajarê Daret Ize armanc kirin, û herdû nexweşxane wêran kirin, û hejmarek ji sivîlên li nexweşxaneyê bûn û endamin tîmên pizîşkî yên herdû nexweşxaneyan birîndar kirin.
Li gor hin çalakvanên xwecihî, herdû nexeşxaneyên ( Kînana, Firdos) ên bajarê Daret Ize ji kar ketin, û hemû qatên wan hatin wêrankirin, ji ber armanckirina balefirên Rûsî ji wan re, ji bilî qata jêrzemîn a nexweşên çareseriya lezgîn lê bi cih bibûn.
Û bi vê armanckirinê herdû nexweşxaneyên taybetmendên neştegiriya giştî û zarokan ji kar ketin, û bi vê yekê ew dever bê nexweşxaneyên taybetmend dimînin.
Bervaniya Sivîl li Helebê li ser rûpelên xwe yên medya civakî, dîmenên wêrankirina herdû nexweşxaneyan belv kiribûn, û têde rêjeya wêrankirina li herdû nexwşxaneya bibû diyar bû.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî daxuyaniyek belav kir, têde hat ku balefirên rûsî herdû nexwûxaneyên bajarê Daret Ize bi armanckirinê wêran kirin, û ev yek tê di berdewamiya armanckirina nexweşxaneyan ji hêla Rûsiya ve, ya ku ji demekê de hatiye belgekirin, tevlî 4 nexweşxaneyên ku par di 12 demjmêran de hatibûn wêrankirin.
Di heman daxuyaniyê de, Hevbendiyê tekez kir ku kiryarên Rûsiyê bi armanckirina nexweşxane û dibistanan û malên welatiyan, bi şêweyekî zindî û li ber çavê civaka Navdewletî dibe, û rêxistinên mirovî tev belge kirine.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî