Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Êrîşa terorîstî û dijminkariyên giştî yên dagîrkarên rûs û îranî û hêzên rijêmê dijî gundewarê Helebê pêktên, ên di demjimêrên bûrî de bûn sedema bobelateke mirovî ya mezin, di riya kuştin û wêrankirin û koçberkirinê re, şermezar kirin.
Hevbendiya Niştimanî di daxiyaneke xwe de, duh êvarî, got ku civaka navdewletî û tavaya saziyên navdewletî , berpirsyar in di ber parastina sivîlan de, û îro di ezmûneke exlaqî û mirovahî û yasayî de ne, li pêş gelên xwe û tevaya gelên daxwaza azadî û dadmendiyê dikin.
Û Hevbendiyê got ku diyarkirina bêzariyê tenê li pêş bobelateke mezin a bi vî rengî, ne riftarekî berpirsyarane ye, û ne li gor nirxên mirovahî û exlaqî ye, di dema ku ew karin bi rastî karekî bikin, ji bo rizgarkirina bisedhezaran sivîl ji kuştin û koçberkirinê.
Û Hevbendiyê diyar kir ku gelê Sûriyê dewletên li kêleka wî di cenga wî ya dijî stemkarî û tewankariyê de rawestiyan , û kesê tewankarî dermafê wî kirin, herweha yên beramber tewanên mezin ên dijî wî pêk hatin bêdeng man jî jibîr nake, û dê gelê cîhanê tev tê bigihêjin ku gelê Sûriyê ranaweste ta welatê xwe ji dagîrkarên rûs û îranî û rijêma stemkar rizgar bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxiyaniya xwe de, daxwaza xwe ji civaka navdewletî nû kir, ji bo berhevkirina mîkanîzmeke navdewletî bi armanca ferzkirina agirbesteke yekser û rastyeqîn, bo rawestandina êrîşa terorîstî û tewankarî ya ku îro li Heleb û Idlibê dibe, û pêşkêşkirina piştgiriya yekser ya pêwîst ji koçberkirî û derbideran re.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî