Di 22 Nîsana 1898 an de mîr Miqdad Bedrxan li Qahîra paytexta Misrê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” weşand, û ji wê demê de kurdan ew roj weke roja rojnemegeriya Kurdî destnîşan kirin û her sal wê vedijînin, bi vê boneyê Malpera Hevbendiyê xwest ku rewşa rojnemegeriya Kurdî di salên dawî de bişopîne û ev rapirsîn amade kir.
Aras Şemdîn, rojnamevan û endamê rêveberiya malpera Yekîtî Mediya weha li rewşa ragihandinê dinere:
“Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyê re derfetek zêrîn ji ciwanên kurd re hat peydakirin da ew jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û êş û azarên miletê xwe diyar bikin, û alîkariya civaka xwe bikin di riya veguhestina nûçeyên xwepêşandanan û çalakiyên ku li herêmên Kurdî rûdidan, lê Mixabin piştî derbasbûna 6 salan di ser şoreşa sûrî re, Di nerîna min de ragihandina kurdî li sûrî di rewşek aloz re derbas dibe, bi sedema ku gelek alavên ragihandinê rastî tundiya hêzên desthilatdar tên, çi hêzên rêjîma Sûrî bin an jî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê bin, ji ber ku bi ti awayan rê nadin peydabûna azadiyê di veguhestina nûçe û rûdanên ku li herêmên kurdî rû dibin da ji raya giştî re bên veguhestin û parvekirin”.
Noşîn Ehmed, rojnamevan û bêjera radiyoya Amûdê FM got:
“Ragihandin bi giştî di dema desthilatdariya Partiya ba`is de di rewşeke pir xirab de bû, lê şoreşa Sûriyê bû weke serhildanekê ji ragihandinê re û cihê xwe di nava ragihandina cîhanî de girt, û bi taybet ragihandina kurdî karîbû di demeke kurt û bi alavên pir sivik nûçeyan belav bikin, û dengê miletekî ku bi dehên salan bindestî û hejarî dîtiye bighîne cîhanê , lê tevî derfeta azadiya bi şoreşê re hat, gelek astengî li pêş karê ragihandinê derketin holê û ji wan astengiyan ew fişarên li ser rojnamavanan ji hêla desthilatên ku li deverên kurdî xwe bi cî kirine û rêvebiriyê dikin. her wiha kêmasiyên wan rojnamavanan ku ne pispor û akadimî ne di warê ragihandinê de.. ji aliyekî din ve kêmasiyên xuya dibin ku gelek alavên ragihandinê bi ser rêbaza hin partiyên siyasî ve ne, û ev yek nûçeyan dixe warê bercewendiya aliyê ku piştgirî û çavdêriya wê dezgehê dike, û azadiya derbirînê binpêk dike, lê ragihandina kurdî tevî kêmasî û astengiyan dikarîbû gaveke balkêş bavêje û roj bi roj pêşve biçe”.
Aştî Tîşê, rojnamevan û peyamnêrê tora mediyayî ya Rûdaw nerîna xwe weha anî ziman:
“Berî şoreşa Sûriyê tiştek nebû navê wê ragihandina Kurdî, wek asta ku em îro dibînin, tenê ragihandina Kurdî di nav belavokan û li ser malperên kurdî dihat dîtin, ew jî qedexe û bi dizî bi rêve diçûn, û tevahiya wan kesên ku dinvîsandin yan ji derveyi welat bûn û yan jî di bin navên ne naskirî de divîsandin.. lê dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, em dikarin bêjin ku ragihandin li seranserî Sûriyê ket qunaxeke din de. Sebaretî deverên Kurdî ji destpêka şoreşê ta berî salekê jî ragihandina kurdî di asteke baş de bû, li ser asta karê radyo, rojneme, malper, û paş re karê kenalên kurdî, Ku hejmarek ji ciwanan cihê xwe di nav wan dezgehan de didîtin. Lê tiştê ne baş di warê ragihandinê de di nerîna min de dema ku Azadiya ragihandinê û karê wê kete bin çavdêriyê de û rê li ber karê rojnemevanan hate girtin, û ew tiştê herî xerab e ku niha Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe, ku PYD hemû dezgehên ragihandinê kirine bin çavdêriya xwe de û rê li ber azadiya wan hatiye girtin û ev yek bixwe pêşeroja ragihandina kurdî dike metirsiyê de û dibe xaleke reş di karê wan kesên ku bi navê demoqrasiyê bandikin, û tiştê herî xirab ew e ku rojnamevanên kurd di zindanên PYD de ne û têne dadgehkirin, û di serê wan nimûnan de rojnemevan Alan Selîm nûçegihanê malpera Yekîtî Mîdiya, herwiha ku em bala xwe bidin raporên ku ji aliyê dezgehên mafên rojmemevanan derketin di sala 2016 nêzî 17 destdirêjî li dijî rojnemevanan li deverên kurdî pêkhatine. Kurte gotina min ewe ku ragihandina kurdî di demeke zêrîn de derbasbû lê berdewam nekir û sedem jî ew biryar û kiryarên PYD baskê partiya Karkirê Kurdistanê PKK li rojavayê kurdistanê ne”.
Keder Ehmed, rojnamevan û peyamnêrê malpera “Kuluna Şurekaa” weha got:
“Di baweriya min de tu ragihandina Azad li tevaya Sûriyê tune ye, û devera Kurdî beşek ji tevaya welat e û ragihandina wê di heman astê de ye , û her alaveke ragihandinê ji bercewendiya cihekî û aliyekî siyasî re dixebite. Ev yek tê di dema kêferateke siyasî û cengî de ji hêla layanên ku şer û bevçûnê li ser xaka Sûriyê dikin, û ji ber wê yekê rojnamevanî dibe qurbaniya serke di vê qerebalxê de û her layenek hewil dide ku dengê rastiyê û dengên li dijî xwe biçewisîne.
Ez bi hêvî me ku di salvegera rojnmegeriya Kurdî de ya sala tê em karekî azad bibînin û derfet li ber karê rojnemevanî bên vekirin û yasa û zagonên parastina wê li ser xakê bên dîtin”.