Rêxisina Daiş roja şemiyê 22.04.2017ê li bajarê Reqayê du welatiyên sivîl bi dar ve kirin bi tawana alîkariyê bi Artêşa Azad re li gor ku çalkvavn Ferhan Mihemed ji malpera me re ragihnd, Ferhan got: herdû welatiyên sivîl ji bajarê Girê Spî ne.
çalkvavn Ferhan Mihemed bal kişand ku derdora 30 hezar welatiyên sivîl li bajarê Reqayê dijîn û rewşa wan pir xirab e, û tekez kir ku Daiş rê nade ku ji bajêr derkevin û ji bêtirî heyvekê av û êliktirîk li bajêr tune ye, û pêdiviyên jiyanê û derman pir bi zehmtî tên peydakirin.
Ji aliyê xwe ve Salih Ehmed, yek ji xelkên Reqayê ye, ji me re ragihand ku rewşa koçberên Reqayê li kampa Eyn Îsa pir xirab e, ji ber tinebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, û bal kişand ku bi hezaran kes li kampê dijîn, û bi dehan kesên nexweş û birîndar bê derman in.
Ehmed tekez kir ku ger şer bighe hinderê bajarê Reqayê dê bi dehên hezaran xelk koçber bibin û destnîşan kir ku Daiş xelkên sivîl ji xwe re dike mertal.
Jêder: Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya hevbnendiyê