Dewha li herdu rojên yekşem û duşemê, mêhvandariya civîna heftan ya -xalên pêwendiyê yên hikumraniyê yên pêwendîdar bi erkê parastinê- dike, da roniyê bidin ser rewşa “Sûriyê û parastina ji komelkujiyan”, hevdem ligel şerê Rijêmê li dijî gelê Sûriyê yê ji şeş salan ve berdewam e.
Herwiha di civînê de, ya ku wê du rojan berdewam bike, wê behsa nekartêkeriya sîstema cîhanî ya niha bê kirin, bi sedema têkşikestina wê di dîtina çareseriyek siyasî de ji bo rawestandina qesabxaneya li Sûriyê, herwiha wê bal bête kişandin li ser tora cîhangerî ya xalên têkiliyên hikumranî yên pêwendîdar bi erkê parastinê.
Hêjayê gotinê ye ku şanda herdemî ya dewleta Qeter li NY, ji bo rawestana li ser rewşê, civînek li bargehê NY li Niyowork ji dewletên vexwendî ji bo beşdariya civîna Dewha re, ligel Dr.Saymon Adamz rêveberê navenda navdewletî ya erkê parastinê pêk anîbû.
Û ligor daxuyaniyên berê yên balyoza Qeterê Aliya Ehmed Bin Seyf Alsanî, nûnera hertimî ya dewleta Qeter li NY. Armanca serekî ya civîna heftan ew e, dîtina mîkanizmên hevkariya stratîjîk ji bo qedexekirina komelkujiyan û bersivdaneke baştir ji kirîzên herêmî re.
Di heman mijarê de, Şêx Hemed Bin Casim Bin Cebir Alsanî di simînarekê de li Dewha gotibû ku “bobilata Sûriyê ya bedewam rewşa bêkêriya Erebî eşkere dike, ku Sûriya dibe neynik û taqîgehek ji dijberiyên navçeyê re”.
Bin Casim hişyarî dabû li ser: “hebûna rewşa bêkêriya dutaq li hember bûyerên Sûriyê ku kirîza wê berdewam dimîne bi sedema nakokiyên di navbera dewletên zilhêz de”.
Serokwezîrê berê yê Qeter tekez kir ku “pêwîstiya navçeyê bi pirojeyeke geşepêdanê yê giştgîr heye, yê ku serektirîn erkê wî parastin civakan û mikomkirina dewletan be, da hevwelatî karibe jiyana xwe di hemî biwaran de pêş de bibe”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat