Berpirsekî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de, tekez kir ku çûna Beşar Elesed û malbata wî ji hêla navdewletî ve tekez bûye, û daxwaza hevgirtin û yekîtiyê ji bo avakirina Sûriyeke nû ji miletê Sûriyê kir .
Endamê Hevbendiya Niştimanî û cîgirê serokê Hevbendiyê yê berê Hişam Merwe, di daxuyaniyeke taybet de îro diyar kir ko dosya Sûriyê di çend rojên buhûrî de guhertineke bingehîn tê de çêbûye, û got ko hêzên navdewletî û û di serî de Emerîka helwesta xwe ya dawî ji Beşar Elesed û malbata wî diyar kirine, piştî ko di pêkanîna tawankariyên cengê de berdewam in.
Destnîşan kir ko tişta herî giring ku ji hêzên şoreşê û opozisyonê tê xwestin ew e “danîna pirogiramekî siyasî û xuyanî ji bo astengiyên li pêş qonaxa veguhêz û pêdiviyên lihevhatina niştimanî û dadiya veguhêz”.
Merwe bal kêşand ser ko nema Rûsya dikare tawankariyên rêjîma Esed yên li dijî miletê Sûrî yên berdewam binixumîne, û got : giring e Mosko nema piştgiriya Esed bike û sîwanê ji ser rake”eger bixwaze bibe parek ji operasiyona siyasî ya dahatî”
Her weha got piştgiriya Rûsya ji rêjîma ko tawankariyên cengê li dijî miletê xwe pêk tine, ew piştgiriya tiroristiyê ye û xurtkirina wê ye û tekez kir ko berdewamiya Mosko ji piştgiriya Esed re dê qelenê wê buha bide û wê ji hêla navdewletî ve jî bitenê bimîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî