Hêzên Esed êrîşeke leşkerî dan ser deverên artêşa azad li gundewarê Siwêda, di dema ko artêşa azad şerê endamên rêkxistina Daişê dikir di cenga “Serecna Elciyad Lîtethîr Elhemad”an ku(me Hesp amade kirine ji bo cih pak bikin) ya ko armanca wê berdana Rêkxistina Daiş ji herêmê bû.
Çalakvanan gotin ko hêzên Esed hewil dan ku têkevin herêma di bin kontrola “Artêşa Rojhilat” li gundewarê Siwêda yê rojhilat de, di dema ku şoreşgeran şerê rêkxistina Daişa terorîst li herêma Ebû Elşamat dikirin.
Çalakvanan bal kişandin ser ku şoreşger êdî du cengan bi hev re dikin lê li du aniyên têvel, li dijî hêzên Esed û rêkxistina Daişê.
Serpereştekî artêşa azad tekez kir ko hewildanên rêjîmê yên dawî binpêkirineke nû ye ji agirbestê re, û dibîne ko armanc jê ew e xurtkirina rêkxistina Daişê, û her weha şoreşgeran ji berdana Daişê bizîvirîne.
Berî nuha jî firokên rêjîmê cihên şoreşgeran li herêmê piştî ko berdan rêkxistina Daişê jê bombebaran kirin, di encamê de çend kes birînar kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî