Sunday, 16 November 2014 00:00

ENKS Hevrêziyê Bi Hevbendiyê Û Hikûmeta Demkî Re Dike Ji Bo Çareserkirina Kêşeya Xwendekarên Kobanê Yên Koçberbûyî

Zêdan zarokek 11salî ye, dilezîne  dema ku dibhîze ku hinek li ser xwendinê an vekirina dibistanekê li kampeke penaberên Kobanê li nêzî bajarê Surûcê yê Turkî diaxivin, û dema pirs ji wî bû eger dixwaze xwendina xwe berdewam bike û vegere polê, bersiv da û got : Gelo ma kes heye naxwaze vegere xendinê? Û bi xwîn germî berdewam dike, hûn hatine dibistanekê li kampê vekin?
Zêdan yeke ji nav hezarên zarokê Kobanê ên ku Daiş ew ji xwendina wan dûr xistine, û ew kirin penaber li Turkiyê.
Li kampa Ellî korê li nêzî Surûcê me pirsa xwendina zarokan ji bavekî kir, weha bersiv da: yek dibistan li vêderê tune ye û tiştê zarokên me di dibistanên Kobanê de fêrbibûn jî li vir jibîr kirin, em niha zehmetiyê di kontirol kirina wan de û parastina mejiyê wan ji ramanên neqenc dibînin, em dixwazin dengê me bighêje berpirsyaran da alîkariya me bikin.

Nebûna dibistanên fermî û rewşa xwendevanan ya xirab, ne bû rêgir li ber xwebexşan da ku li gorî karîna xwe alîkariyê bikin, mamosta " Xanim" keçek ji Kobanê ye , wê û girûpek ji ciwanan barê fêrkirina 300 zarokî dan ser milê xwe, û dema ku me li ser şêwazê hînkirinê jê pirsî "Xanim" got: me xwendevan li ser Sê beşan belav kirine,beşê yekem ji Sê salan ta şeş salan , yê Diwem ji Heft ta Heşit salan û yê Siyan ji Neh ta Deh salan, û ev bi sedema biçûkbûna polan, û em destpêkê weke bingeh wan hînî zimanê Kûrdî dikin, paş re zimanê Erebî û yê Ingilîzî.
Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî Sûrî, û Hikûmet Demikî, ev bûn deriyên ku bavê zarokan li wan didan, çimkî herûher dibêjin " ew berpirsin û em li hêviya wan in ku çareyekê ji bo xwendina zarokên me bibînin".
Ev name me gihand Encûmena Kurdî ya li Surûcê, Enter Ne´isan endamê Ecûmenê tekez kir ku ew xwe ji ber bar nadin alî, û me lîste bi navê mamosteyan çêkiriye û nêzî 500 Xwendevanî civandine da ku em dest bi karê fêrkirina wan bikin, û di dema du rojan de wê şandeya me li Entabê be da hevrêziyê bi Hevbendiyê û Hikûmeta Demikî re bike, ev kar wê bingehek be ji bo em di siberojê de hejmara herî mezin ji xwendevanan bicivînin da xwendina xwe berdewam bikin.
Pirsgirêk dimîne li dar ta ku ew sozên xweş di piratîkê de bi cî bibin.

Home Rapor ENKS Hevrêziyê Bi Hevbendiyê Û Hikûmeta Demkî Re Dike Ji Bo Çareserkirina Kêşeya Xwendekarên Kobanê Yên Koçberbûyî