Hunermendî Karîkatêr û Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Husam Else’idî bobelata mirovî ya ko Firokên Esed bi fîşek, barûd û kîmawî ew nîgar kirine, yên ko bi hezaran zarokên Sûrî kirine qurbanî, bi awayekî cuda guhast, ne bi hevdîtinan û ne bi daxuyaniyên siyasî, lê belê wêneyê rûyê zarokeke Sûrî baskên wê hene û di destê wê de Demjimêrek bê tîrên nîşandanê, lê ev rûyê firiştî barên xemgîniyê hildigire, çimkî hemû navên zarokên ko bi cengê li Sûriyê hatine kuştin tê de ne.
Tev ko destpêkê raman li bal wî tenê xewnek bû li gor gotina wî, lê di pey re ew xewn bû Tabloyek ciwan, nîgaşên tîmeke tekûz ji sê hunermaedan pêk hat tevli Se’idî ew nigar kir. Rûberê Tabloyê 450m2 , dibe ko ev mezintirîn Talbo li cîhanê be, û navê 12500 zarokên Sûrî li ser hatiye nivîsandin.
Else’idî da xuya kirin ku”ramana nigarkirina Tabloyeke mezin navê zarokên pakrewan li ser be, da em bala cîhanê bikêşînin ser bobelata zarokên Sûriyê ya mirovî dûrî warê leşkerî û siyasî ” bêtir got: “nameya ko me xwest bighînin, hûrbîniya li ser wendabûna paşeroja zarokên Sûriyê ye, bi sedema cenga ku ev sê sal û nîv in berdewam e, û bi mebest civaka navnetewî çavên xwe ji tawankariyên Esed digire,Tevli daxwaza ku di rêya evê Tabloyê re em rûyê şaristanî û aştiyane û çandeyî ji Şoreşê re lê vegerînin” Endamê Hevbendiyê da xuyakirin”Şoreşa me periya wênesazekî û dengê Stranbêjekî û gotara Nivîskarekî ye. Ew ne wek em dibînin, şer û pevçûn û bombebarandina Rêjîmê ye. Ji lewra me xwest derbirrîna pakrewanbûna 12500 zarokan di tabloyekê de bikin,me navên şehîdan ji navenda belgeyên derandina mafê mirovan aniye, ku di nav wan de zarok hene.”
Else’idî bi hêvî ye ko tabloyê di roja zarokan ya cîhanî 20ê Çêriya paşî li pêşiya Parlemanê Ewropî li Biroksilê pêşkêş bike, destnîşan kir ku gerek tablo li paytextên Ewropî û Erebî yên din jî bête pêşkêş kirin.
Projeyê tabloyê şirove kir”Hewldana axaftinê bi miletan re ye yên ko gerek bikaribin bandorê li biryara serperiştên xwe bikin, bi ronîkirina rewşa zarokên Sûrî ji encama kuştin û tawankariyan.”
Û li ser pêşbîniya wî derbarî vedenga ku wê tabloya wî derîne got:” berê ezmûne hene ko bi xwendina navê pakrewanan an yên girtiyên Sûrî bûn, lê çav bêtir dibîne û hiş bêtir ji raporta rojnamevaniyê an belgekirinê daxbar dibe.
Huner yek ji çekên giring e ew jî aniyek ji aniyên şoreşê ye.” Bêtir got: “di tabloya me de gelek simbolo û nîşan hene ,me li ser sê parên rûyê keçikê navên pakrewanan nivîsandiye û me para çaran vekirî hiştiye ew jî nameyek e ji civaka navdewletî re: Eger hûn kuştinê nerawestînin emê gelek navên zarokên nû binivîsînin.”
Destnîşan kir ko”ew zarok Demjimêrek di destê wê de ye bê tîrên nîşanê ye, dide xuya kirin ko dem rawestiyaye, an ko çaxê zarokên Sûriyê.”
Hêjayî gotinê ye ko hunermend Husam Else´idî ev 20 salin wênesaziyî nekiribû û gava xelata wênesaziyê li Siwêda wergirt 14 salî bû.
Lê belê ji nav tabloyên wî sê tablo li ser kêşeya Filestînê bûn, û bi wan çavê ewlekariyê li ser wî vebûn yek ji asayişa Sûrî hat Dibistanê û vekolîn pê re kir û şîret lê kir ko bi yekcarî dûrî sazkirina tabloyan bibe.
Lê belê dema Şoreş vêket daxwaza wî ya hundirîn ya rastîn ko li nigarkêşiyê vegere geş bû, û pêşengeh li ser Şoreşê saz kirin, û sisê ji wan li Urdinê bûn.
Jêder: Hevbendî+Elheyat