Rêveberiya Tenduristiya Idlibê hindek derman û pêdawîstiyên pizêşkî yên çareserkirinê û yên hawarçûnê û tevlî hin pêdawîstî û kelupelên pizîşkî yên taybet bi zarokan radestî Nexweşxaneya Orînt û nexweşxaneya Eldana ya jidayikirinê û navendên saxlemiya Efis û saxlemiya Kefroma û navenda çavdêriya Mi’eret Eln’uman kirin. têzanîn ku wezareta tenduristiyê bi rêka rêveberiyên xwe yên deverên derveyî kontrola rêjîmê hewla peydakirina sercem derman û kerestên nojdarî yên pêwîst û xistina wan bêberamber di rajeya welatiyan de dide. û li gor zincîreka çavpêketinan ligel rêveberên navendên pizêşkî li bajaran gotin ku:” rêjîma Esed dorpêça pizêşkî û ya xwarinê li ser navçeyên derveyî Kontrola xwe disepîne, bi armanca xistina fişaran li ser hemwelatiyan da ku dest ji daxwaza rûxandina wê berdin, ku hemû piransîbên mafên mirov yên tekeziyê li ser bêalîkirina zarokan ji şer û nakokiyên siyasî de binpê dike, vêca çawa di dema ew nakokî di navbera gel û rêjîma siyasî de bin ne di navbera rêjîma siyasî û rêjîmeka dîtir ya dixwaze helgerandinê lê bike”.
Jêder: Hevbendî