Ebdulhekîm Beşar Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî got: Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ne berevaniya Kobanî dike, belê berevaniya Desthilatdarî û dahatiyên xwe yên darayî dike, û redkirina wê ji daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurd re, da hêzên wê berevaniyê di ber Kobanê de û şerê Daişê bikin, tê wateya ku ew berevaniyê di ber Desthilatdariya xwe de dike, çimkî ew tu hevbeşan napejirîne, eger qelen wêranbûna Kobanê û derbiderbûna xelkên wê be jî.
Herweha Cîgirê Serok da xuyakirin ko “Helwesta Emerîka ya parparkirî di bikaranîna Kurdan de wek serê Rimê di şerê Daişê de, dihêle ko kîn û berberî di nevbera Kurd û Ereban de çê bibin, ya ko ji berê de Rêjîmê plana wê daniye, û nîşan hemû didine xuya kirin ko Kobanî ne ya dawî ye lê belê ya destpêkê ye.” Û ne Daiş tenê wê dijîtiya kurdan bike, lê belê alayên tundrew yên din jî wê beşdar bin, di rêya çêkirina kîn û dijminaya olî û netewî ya ku helwesta Emerîkî dihêle çêbibin.
Û encama şer çi be, dê wêraniyeke berfireh li Herêmên Sûriyê yên ko piraniya niştecihên wan kurdin çêbibe, û koçkirineke nêztekûz jî dê ji niştecihên wê yên Kurd re bibe, û Kurd wê ew yên qurbanî bin.”
Herweha Ebdulhekîm Beşar berê di daxuyaniyekê de li ser istiratîciya Emerîkî gotibû ku ” şaş e” û ew ” dikeve bercewendiya berfirehkirina himbêzgeha gelî ya Daişê” ku ew giringtirîn jêderên hêza wê ye.
Ebdulhekîm Beşar aliyên şaş di istiratîciyê de da xuya kirin ew jî”redkirina Emerîka ji pêşkêşkirina çekan ji Artêşa Azad re da şerê Daişê û Rêjîma Esed bike, herweha hewldana Emerîka pêkhatiyê Kurd di rêya hin Rêkxistinan re bixe şerê li dijî Daişê de, ew jî dihêle ko hestiyarî li bal pêkhatiyê Erebî çê bibe, û bi taybetî yên belengaz, dibe ko ew piştgiriya Daişê bikin wek karvedanekê ji siyaseta Emerîkî re.”
Û tekez kir ko “gerek şerê Daiş li Sûriyê ne bi Kurdan tenê be, û ne jî bi serperiştiya wan be, çimkî ew dê bihêle meyldariya Erebên Sunî bi bal Daişê ve çêbibe, û dibe jî ku şerek Kurdî-Erebî pêk were, ev dê têkbirinek ji Şoreşa Sûriyê re be.” Cîgirê Serok got: Çêtirîn rê ji bo şerê Daişê û têkbirina piştgiriya wê ya Gelî çekdarkirina Artêşa Azad e, da bi şerê li dijî Daiş rabe, çimkî piraniya Artêşa Azad ji Erebên Sunî ne û di şerê li dijî Daişê de gerek hêza sereke bin û ew serê Rimê bin, çimkî ew bêtir dikarin bi serkeftin şerê Daişê bikin û wê têk bibin.”
Jêder: Hevbendî