Îro di daxuyaniyekê de Hevbendiya Niştimanî ew zanyariyên di raporta Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan de hatine ret kirin, yên amaje dikin ku ew kesên li ser destê yekîneyên parastina gel (YPG) hatin kuştin ser bi rêxistina têrorîstiya Daiş ve ne, lê pêwendî bi kesûkarên wan re hatin kirin û wan ew pêzanînên raporta Rewangeha navborî ret kirin û dûr ji rastiyê dan zanîn, û di daxuyaniya Hevbendiyê de hat “ku hin çavkaniyên nêzîk ji kesukarên wan tekez kirin ku ew kes sivîl in û ne çekdar bûn û beşdarî di tu şeran de nekirine, û ew ji gundê Kefir Zêta ne yê bi ser gundewarê Hemayê ve, û ji wan awareyên ku ji mirinê reviyane Kobanê ne”. Herwiha Hevbendiya Niştimanî “behî û seersaxiya kesûkarên herçar şehîdan” kir, hevdem şermezariya xwe dupat kir li hember ” vî karî û her destdirêjiyeka din li ser Sivîlan li her cihekî û ji her aliyekî, û tekezî li ser parastina Sivîlan û pêwîstiya bêalîkirina wan di tevaya karên cengebazî yên li Sûriya dibin kir”.
Jêder: Hevbendî