Nivîsgeha Ragihndinê ya Hevbendiya Niştimanî ji Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê

Dezgeheke Ragihandinî neqezencî ye, Dezgeheke siyasî serbixwe ye, ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê derçûye. 

Nivîsgeha Ragihandinê kar dike ji bo Endamên Hevbendiyê bi bûyerên dawî li gorepana Sûriyê agahdar bike, li ser her du astên derve û hundir. Û Roleke navingî dilîze, di navbera bûyerên ko li hundirê Sûriyê û derveyî wê ji alîkî ve û navbera nûnerên Gelê Sûriyê yên rewayî di hilgirtina berpirsiyariyên wan de.   

Nivîsgeha Ragihandinê pabend e bi amancên Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya berfireh, û şiyan dike da daxwazên Gelê Sûriyê yên mafdar bi hemû nevgîniyên ragihandinê misogir bike. 

Nivîsgeha Ragihandinê bi cureyekî demkî nuha li Istanbulê kar dike, û danûstandinê bi hundir re dike bi rêya layenên Şoreşê yên corbocor û çalakvanan li ser Xakê. 

Beşên Nivîsgeha Ragihandinê 

Yekem: Nûçe û Raport

Yekîniya Nûçedanê bi evan erkan radibe: 

1. Weşan: Nivîsgeha Ragihandinê rojane weşanan berhev dike, ev Weşan hemû pêvegirêdayên Sûriyê dinimîne yên Hundirîn, Erebî û Cîhanî belav dike. 

2. Geştên Rojnameyî: Nivîsgeha Ragihandinê rojane geştên rojnameyî yên nivîskî diweşîne, bêtir ji 60 Nivîskarî di bêtir ji 30 Rojnameyên Erebî de dişopîne. Hem jî gotarên ko di Rojnameyên Biyanî de jî yên girêdayî bi mijara Sûriyê ve diwergerîne û dişîne. 

3- Agahdarî û gotegotên Rojnameyî: Li gora rênîşanên Birêvebiriya Nivîsgeha Ragihandinê û Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî. 

4- Nûçe: Berhevkirina nûçeyên Hevbendiya Niştimanî û hinek ji Desteyên wê da di pey re li Malper û Pelgên fermî de yên Hevbendiyê belav bibin. Herweha di Ragihandinê de bi hûrbînî ji bo bi çewtî neyên têgihiştin. 

5: Kurtenameyên Nûçeyan: Nivîsgeha Ragihandinê 24 demjimaran kurtenameyan SMS nûçeyên ko bi mijara Xwecihî, Erebî û Navnetewî yên bi mijara Sûriyê ve girêdayî ne ji Endamên Hevbendiya Niştimanî re dişîne 

6- Raport:  Nivîsgeha Ragihandinê Raportan pêşkêş dike bi kurtî û hem bi firehî mijarên ko bi rewşa Sûriyî ve girêdayî ne, tenê ji Endamên Hevbendiya Niştimanî re dişîne. Hem jî Beşê Raporan amadekirina raportên (Nirxandina Helwestê) dike, lêvegera hemû bûyînên gorepana siyasî dike, bi nerîneke stratîcî rave dike ya bi pêşvebirinên ko li ser Xakê çê dibin, her du Hefteyan raporê amade dike û ji hemû Endamên Hevbendiya Niştimanî re dişîne. 

Duyem: Yekîniya Wergerandinê: 

 Yekîniya Wergerandinê hemû berhemên Nivîsgeha Ragihandinê dipelîne çi agahdarî, name, gotegot, rapor û vîdyo û tiştên din. Herweha kongirên rojnamevanî di cih de diwergerîne û pêşkêş dike.

Tîma Nivîsgeha Ragihandinê çavdêriya navdartirîn Rojname û Kovaran dike, û giringtir gotar û nûçeyên ko girêdayî rewşa Sûriyê ne diwergerînin û ji Yekîniya Weşanê re an jî di cih de ji Endamên Hevbendiyê re dişînin.

Sêyem:_ Beşê Maltîmidya 

1. Berhemdana Vîdyo: Berhemên evî beşî kurtevîdyo ji bo hişyarkirin û rewşnkirinê ne li ser Toreya Internetê belav dikin da bigihê xelkê bi giştî. 

2. Broşor û Belavokên Çapkirî: Broşor û Posterên belavkirinê yên ko bi Şoreşê ve girêdayî ne, li hundir û derveyî Sûriyê belav dibin. 

3. Yekîniya Wênekêşan: Tîma Wênekêş berhemên xwe bi şêweyê kurtevîdyoyên tomarkirî û wêneyan pêşkêş dike, ew di dema Kongirên Rojnamevanî û komcivîn û gotardanan de yên bi mijara Sûriyê ve girêdayî ne wêne û kurtevîdyo têne kêşandin û ji Beşên din re têne şandin. 

4. Raportên Meydanî: Tîm, raporên li ser xakê ji Sûriyê bi hûrbînî û berfireh amade dikin yên bi mijarên giring û bingehîn ve girêdayî ne û şanî Endamên Hevbendiyê dikin an jî ji xelkên giştî re . 

Çarem: Beşê Peywendiyên Giştî

Ew navgîniya navbera milet û Hevbendiyê de ye û bi evan erkan radibe: 

1. Kongir: Beşê Peywendiyên Giştî ji Nivîsgeha Ragihandinê Kongir û Kartêkerên siyasî û abûrî û çandeyî û perwerdeyî rêkxistin dike û hem jî civînên Endamên xwe bi hevûdu re an bi kesayetiyên diplomasî û Dezgehên Ragihandinî re rêkxistin dike. 

2. Civîn: Beşê Peywendiyên Giştî civînên Endamên Hevbendiyê û berpirsiyarên wê bi hevûdu re an bi kesayetiyên diplomasî re rêkxistin dike 

3. Pêşbîniya Ragihandî: Amadekirina hevdîtinên Ragihandinî ji Endamên Hevbendiyê re bi dezgehên Ragihandinê re yên corbicor. 

4. Semînar: Amadekirina konfransên Rojnamevanî û têkilî bi kesên hundir û derve re da lê amade bibin. 

5. Xule û kargeh: Beşê Peywendiyên Giştî çavdêrî li ser amadekirina Xule û kargehan bi hevkariya Rêkxisrtin û Dezgehên Navnetewî re bi şiyanên ko Kadir û Çalakvan û Endamên Alayên Artêşa Azad rahênan û hişyar bikin, bi dana programan. 

Pêncem: Rahênan 

Di beşê Rahênan de Nivîsgeha Ragihandinê bi amadekirin û hişyarkirin û birêvebiriya xuleyan û kargehên rahênanê û rewşenbîriyê li hundir û derveyî Sûriyê radibe. Hem jî kadirên karker di Desteyan de an Dezgehên pê ve girêdayî vexwendin dike, ji hemû Layenên Şoreşgerî di Nivîsgeha Ragihandinê de da bi pêş bikevin û karê xwe li Desteyên ko jê hatine bi pêş ve bibin. 

Şeşem: Wîb 

1. Malpera Eliktironî: Malpera Eliktironî pêşgeha Eliktironî ya fermî ji Hevbendiyê re ye, bi hebûna komek ji pispor û karmendên taybet tê amadekirin, ew dibe Navgînî di nevbera Hevbendiyê û Alavên Ragihandinê û Hevwelatiyên Sûrî. 

2. Nvgîniyên Hevgihandina Civakî: Nivîsgeha Ragihandinê bi çavdêriya Malperên Hevgihandina Civakî(Youtub, Twîter, Facebook) û hem çavdêriya dîwarên Facbookê yên (Komîta Hecê ya Bilind, Encûmenên Xwecihî, Desteya Tenduristiya Sûriyê û Desteya Perwerdeya Bilind û yên din yên girêdayî Hevbendiyên ne) û Nivîsgeh birêvebiriya wan dike hem jî navgîniyên ko dabînkirina xweşkariya wan bi gihandina Hevwelatiyê Sûrî û Dezgehên siyasî û Rêkxistinên piştgiriyê(di çarçoveya taybetkarê wê de) re hebe.

Home Sazî Nivîsgeha Ragihandinê