Nivîsgeha Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Ew yek ji Nivîsgehên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê ye, û giringtir şiyan ko Nivîsgeha Yasayî dixwaze bike:

- Damezirandina Dewleta Yasayî û misogirkirina amancên Şoreşa Sûriyê.

- Peyketina Tawankarên Rêjîma Alesed.

- Vegerandina Diravên Gel yên ko hatine talankirin.

- Misogirkirina Dadmendî ya Guhêzok.

Endamên Nivîsgeha Yasayî

- Serokê Nivîsgeha Yasayî: Mamoste Heysem Almalih

- Endamê Nivîsgeha Yasayî: Dr. Hîşam Miriwe

- Endamê Nivîsgeha Yasayî: Parêzer Merwan Heco

- Endamê Nivîsgeha Yasayî: Parêzer Muna Mistefa

- Endamê Nivîsgeha Yasayî: Parêzer Hisên Alseyid

Hevrêzkarê Giştî yê Nivîsgeha Yasayî: Mazin Albelxî 

Karûbarê Nivîsgeha Yasayî li Hevbendiya Niştimanî 

  1. Derkirina raportan bi zêdegaviyên ko di dermafê Mirovan de dibin.
  2. Komkirina belgeh û kurtevîdyo yên ko Rêjîmê protesto dikin û tawankarên wê diyar dikin.
  3. Doseyekê amade bikin bi hemû bawername û girêbestan bi Hevbendiya Niştimanî re. 
  4. Vekirina qenaleke hevgihandinê di navbera Tîma Xebatker ya Nivîsgeha Yasayî û Nivîsgehên Hevbendiyê yên din.
  5. Nivîsgeha Yasayî her roj li hemû agahdariyên ko ji Hevbendiya Niştimanî derdiçin lêvegereke yasayî li wan dike.    
  6. Hevrêzkirin bi Nivîsgeha Yekîniya piştgirî û hevrêziyê re bi girêdayên mijarên giştî. 
  7. Derkirina Bîrxistoka xwestekên yasayî ji bo bi taybetî Hevbendiya Niştimanî 
  8. Amadekirin ji bo Kongirên di derbarê Yasaya Destûrî Sûriyê.
  9. Girêbestkirin bi Vekolînerên taybet re (P I) ji bo bidin pey Diravên ko talan bûne û komkirina giroveyan li dor rabûna bi tawankariyan ji hêla peyayên Rêjîmê li Kendavê û Ewropa û Amerîka û Dewletên din.
  10. Hevrêzkirin bi Dadgeha tawaniyan ya Navnetewî, di derbarê tawankariyên ko ji hêla Rêjîma Alesd ve bûne.
  11. Rabûn bi komcivînan, Endamên Nnivîsgeha Yasayî dê şirove bikin li ser dadiya guhêstok û giringiyên wê di qonaxa dahatî de ji dîroka Sûriyê.
  12. Avakirina laşekî dadgehî ji bo yekgirtina hemû Encûmenên Dadgehên ko li ser xaka Sûriyê ya rizgar bûye kar dikin, bi Kongirekî giştî hemû Laşên Dadgehî bêne vexwendin, jê der bê Damezirandin Desthilata Dadgehî û Desteya Dadiyê û çêkirina Dadgehan bi Yasaya yeksane li hemû Herêmên serbixwe bicih bikin. 
  13. Cîbicîkirina pêngavên programê Dadiya Guhêstok, hevrêzkirin bi Nivîsgehên guhdanok re di Hevbendiyê de bibe.
Home Sazî Nivîsgeha Yasayî