Ofêsa herêmî ya karûbarê Erebî ya birêveberiya peywendiyên derve ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê civîya, û awayên pêşxistina peywendiyan bi dewletên Erebî re û xurtkirina rola erebî di pêşdebirina pirosesa siyasî ber bi pêş ve li gora biryarên komkara erebî û biryarên navdewletî û yên sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê gengeşe kirin.
Hevrêzkarê ofêsa herêmî ya karûbarê erebî, Selîm Elxetîb, çalakiyên ofêsê yên dawî pêşdîtin kirin, ko çend hevdîtin digel nûnerên Kiwêt û Siûdiyê û Misir û Urdinê pêk anîn, û name ji dewletên wan re şandin, û tekezî li ser metirsiya vegerandina peywendiyan bi rêjîmê re kir, ji ber rewabûna wê nema ye, û bêtir ji milyon mirovî ji miletê xwe kuştiye, û zêdetir ji 10 milyonan derbider kirine.
Her weha ofêsê spasiya xwe ji van dewletan re pêşkêş kir, yên ku mêvandariya wan kirine, û rewşa wan hêsn kirine, û tekezî li ser berdewambûna peywendiyan kir, tako amancên miletê Sûrî misogir bibin.
Elxetîb di daxuyaniyên taybet de evro got ku ev hevdîtin beşek ji pilaneke tekûz ya ofêsê daniye ne, ji bo piştgiriya diblomasiya erebî ji kêşeya Sûrî re xurtir bike.
Û got ku rola erebî di himberiya rola xerab ya Îranê li Sûriyê û herêmê ya ko gefan li ewlehî û aramiyê li herêma erebî dike giring e.
Jêder : Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî