Komîta bala ya hecê ya Sûrî çend civînên teknîkî lidar xistin bi amanca ko karê werzê heca bûrî binirxîne, û amadekirina planeke nû ya kar ji bo parastina dîmenê ciwan ê ko şanda hecê di salên bûrî de hatiye xuyakirin.
Li civînan, kadirên komîtê û emîndarên kampanya heca Sûriyan û alîkarên wan û endamên şanda olî û rêberên oldarî amade bûn.
Û gereke ev civîn berdewam bin heta ko hemû ofêsên komîta hecê yên Beyrût, Eman, Qahîre û Dewletên Kendavê û ofêsên herêmên rizgarkirî tev lê amade bibin.
Civîngeran tekezî li ser giringiya kar bo bilindkirina asta xizmetên têne pêşkêşkirin ji hêla Komîta Hecê bo hecaciyên Sûrî kirin, û tê zanîn ku şanda hecê ya Sûrî wek yek ji baştirîn şandeyên hecê di nav yên erebî û Islamî de hate nirxandin.
Tê zanîn ko Siûdiyê dosya hecê ji heft salan ve daye destê Hevbendiya Niştimanî.
Komîta hecê di rêvebirina dosya hecê de biser ket, ta ku para Sûrî di sala dawî de geha 22500 hecacî, hemû li ser Erefê rawestiyan, hem 200 hecaciyên din di nav bexşdana şah Selman bin Ebdulezîz de bûn, ya ji bo Hevbendiya Niştimanî hatibû dan, ko ev du sal in li ser hev ew bexşdan ji bo malbat û dayikên şehîdan tê terxankirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî