Encûmena Şaxê Parêzvanên Azad li Helebê û rêkxistina Cisûr Eledale Eldiweliye du simînarên mafnasî û yasayî li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê lidar xistin, li ser ‘’rawestandina sizayê ‘’ û ‘’ tundûtûjiya li dijî jinê‘’ bûn, û wezîrê dadwerî yê desthilata Sûrî ya demkî Ebdulah Ebdilselam amade bû.
Her weha serokê encûmenên şaxên sendîkeyên parêzerên azad û hejmarek çalakvaniyên yasayî û şoreşgerî û nûnerên çalakvaniyên jin yên rêxistina civaka sivîl yên li herêmên rizgarkirî beşdar bûn.
komcivîna yekem li ser desthilata nirxandinê ya dadgehê ya ko fermanên derbarê tawanê rawestînin bû, û wezîrê dadweriyê bal kêşand ser giringiya vê mijarê bo binyada civakî û çaksaziya xweber ya dema nuho bête parastin, bi mercê ko careke din tu tawanan nekin.
Simînara duyem hin vekolîn û serjimarên tundûtûjiyê bûn, ên ko di salên şoreşê de li dijî jinê bûne, û bi taybetî yên ko rêjîma Esed û piştgirên wê kirine, hem bandorên wan ên derûnî û civakî û yasayî yên ko bi van rewşan pêk hatin.
Wezîr tekez kir ku giring e rola jinê aktîv bibe, û di hemû kartên kar û civaka Sûrî de beşdar bibe, û bal kêşand ser ko pilanên desthilatê giringiyê didin piştgiriya çalakiyên jinan û bihêzkirina wan li hemû herêmên rizgarkirî.
Hemûyan li ser danîna şêwe û rêkên parastinê yên yasayî li gor yasaya navdewletî ya mirovî li hev kirin, û tekez kirin ko kar berdewam bikin tako jin bi rola xwe ya tekûz rabe û tawanên dijî wê bûne aşkere bibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî