Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Basit Abdul Latif, di daxuyaniyekê de pîrozbahiya gelê Alman kir bi helkefta Roja Yekîtiya Almaniya, ku duhî li roja pêncşemê bû, û spasiya gelê Almaniya kir ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûrî, û spasiya hikûmeta Almaniya kir ji bo pêşkêşkirina piştgiriya siyasî ji doza gelê Sûrî li civînên navdewletî.
Hevdem ku sekreterê giştî pêşwazî li vexwendina Konsulusê Almaniya yê li Stenbolê kir, ji bo beşdariya di ahinga bi helkefta Roja Yekîtiya Almaniya, ya bi beşdariya hejmarek mezin ji berpirs, dîplomat û kesayetiyên siyasî, û herweha nûnerên saziyên çalak li ser karûbarên Sûriyê.
Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî di dema seredanê de ligel Konsulê Alman li Stenbolê, Michael Reifenstuhl, û herweha şêwirmendê payebilind yê Alman li ser dosya Sûrî li Wezîrê Derve yê Almaniya, Clemmons Zemtner re civiya, û li ser navê gelê Sûriyê spasiya hikûmeta Alman kir li ser helwestên wê yên piştgir ji şoreşa Sûrî re, û beşdariya wê di pêşkêşkirina arîkariyan de ji penaberên Sûrî re.
Sekreterê giştî yê Hevbendiyê tekez kir ku gelê Alman ji destpêka şoreşa Sûrî ve piştevaniya tam bo doza gelê Sûriyê li dijî rêjîma Esed kiriye, herweha alîkarî û pêşwaziya bisedhezaran penaberên Sûrî kiriye, û bal kişand ku ev yek ne tiştekî nû ye ji miletekî ku bi piştgiriya hertimî ji dozên miletan û mafê azadiyê û demokrasiyê re hatiye naskirin.
Û di perawêza ahingê de, hevdîtinek di navbera sekreterê giştî û şêwirmendê siyasî ya karubarên Sûriyê ya Konsulusxaneya Holandayê de hat lidar xistin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî