Xwiyayî û rûsipiyên bajarê Qamişlo ji milîtanên PYD daxwaz kirin ku ji bajêr derkevin û ji nava bajêr bombeyan bi aliyê Tirkiyê de navêjin, da sivîl ji operasiyonên leşkerî dûr bimînin.
Evro înê di daxuyaniya xwe de bal kêşandin ser ko berdewambûna milîtanên PYD bi van kirdeyan dê sivîlan ber bi derbiderbûnê ve bibin, û got: Bila aştî li bajêr hebe , û bombebaranê ji taxên sivîlan nekin. Herin devera sînor an herêmên pevçûnan.
Daxuyaniyê got ku xelkên Qamişlo dest bi derketina ji malan kirin, piştî ko dîtin PYD derban bi aliyê Tirkiyê de davêje, û destnîşan kirin ko hin malbat li gundê Eliwêce an Reşwaniyê di dibistan de an li çolan radikevin.
Acansa Reuters got ko derbên milîtanên PYD li ser bajarokê Eqce Keleh bûn sedema kuştina hin sivîlan û zarokekî Sûrî yê 9salî, û bêtir ji 50 kesî birîndar bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî