Daxuyaniya Rojnamevanî
Kuştina serpereştê rêkxistina Daişa tirorist li gora ko serokê Emerîkî Donald Trump evro ragehand, ko ew xaleke giring e di pêvajoya nakokiya li himber tiroristiyê li Sûriyê li herêmê. Miletê Sûrî bi salan ket ber tawanên vê rêkxistinê ko operasiyonên tiroristî û tawanên kuştin û girtinê ko nayêne hejmar bikar anîne.
Dawiya Elbexdadî pêngaveke giring e bo bidawîanîna vê rêkxistinê bi tekûzî û destpêka danheva wêrankirina ko bi sedema wê bûye, bidawîanîna bêserûberiya ko belav kiriye, û gereke em ji bîr nekin ku ev rêkxistin ji destpêka xwe ve bi rêjîma Esed ve girêdayî ye.
Destpêk û koka vê rêkxistinê diyar bû dema hin xort bi duruşman ji rê birin, çi yên ko bi rewşa Îraqê û vê dawiyê bi ya Sûriyê bondor li wan bû, lê yên nerînkurt ji bîr dikin ko rêjîma Esed ew bû yê pêşî piştgiriya tiroristiyê li herêmê kir, û wê rasterast pilan kir ko piştgiriya vê rêkxistinê û yên din bike, û rê li ber vekir ko berfireh bibe û ji bo şerê şoreşê û artêşa azad bikar anî, û ji bo cîhanê pê bitirsîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko derfeta dirist ya têkbirina rêkxistinên tirorist li Sûriyê bidawîkirina rêjîma Esed e, û rêjîmeke dadwer û hişmend bête damezirandin.
Serpereştiya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko ew bi daxwazên miletê Sûrî û ferizkirina yasayê û bidawîanîna bêserûberiyê li Sûriyê pabend e. miletê Sûrî hebûna rêkxistinên tundrew red dike, û ew dizane ku bi rêjîma Esed ve girêdayî ne, û ew berpirsê anîna wan e, wek ko tiroristiya rêjîma Îranî anî, ev tê wateya ko aramî li Sûriyê û li herêmê bi rûxandina rêjîma zordar û berdana milîtanên tirorist ji Sûriyê girêdayî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Fermanberiya Medya û Ragehandinê
27.10.2019