Ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi serokên encumenên revenda sûrî yên li Romanya, Amerîka, Qatar û Italya re civînek vîdyoyî lidar xist, û bi wan re pêşhatên herî dawî yên meydanî, siyasî û amadekariyên ji bo beşdarîkirina karê komîta destûrî ya li baregeha Netewên Yekbûyî li Cenêvê gotûbêj kirin.
Civîn bi beşdariya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mosa, Rêvebirê Ofîsa Têkeliyên Derveyî Abdel Ahad Estifo û Sekreterê Desteya Siyasî Riad Al-Hesen, endamên desteya siyasî Badr Camos û Yasir Al-Ferhan û Behcet Atasî, herweha Hevserokê Ofîsa revendan Yihya Mektabî hat lidarxistin.
Di civînê de, endamên Hevbendiya Niştimanî pesnê rola kara ya encumenên revendan da ji ber fişarên li ser hikûmetên welatên diaspora ji bo standina helwestên erênî di berjewendiya doza gelê Sûrî de, û tekezî li ser girîngiya rola wan di qonaxa heyî hem jî di qonaxa pêş de ya avakirina Sûriya de kirin, ji ber rol û bandora van encumenan ji aliyê hebûna pispor û xwedanezmûnan de.
Beşdaran tekezî li ser giringiya hevkariyê di navbera encumenên revendê û Hevbendiya Niştimanî de kirin, nemaze di qonaxa pêş de, ku tê de berjewendîyên cidî û girîng hene, ên bandorê li paşeroja welêt dikin.
Endamên Hevbendiya Niştimanî amedekariyên dawîn ji bo beşdarîkirina karê Komîteya Destûrî nirxandin, û tekez kirin ku proseya destûrê nikare şûna tevaya proseya siyasî bigire, lê ew derfet û dergehek e ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî ya ku di salên borî de ji hêla rejîma Esed ve hatibû rawestandin.
Civînê dûv re behsa giringiya çalakkirina hikumeta demkî ya Sûrî kir, herweha asoyên xebata wê li deverên rizgarkirî û zehmetîyên tên pêşya wê, û pêşkeftinên dawî yên têkildarî pêvajoya operasyona Kaniya Aşitîyê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî