Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko kuştina serpereştê rêkxistina Daiş li gora ko serokê Emerîka Donald Trump duhî yekşemê ragehand, pêngaveke giring e, di pêvajoya nakokiyê li dijî tiroristiyê li Sûriyê û herêmê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got miletê Sûrî bi salan ket ber tawanên vê rêkxistinê ko operasiyonên tiroristî û tawanên kuştin û girtinê ko nayêne hejmar bikar anîne. Bal kêşand ser ko Dawiya Elbexdadî pêngaveke giring e bo bidawîanîna tekûz ya vê rêkxistinê.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ko pêngaveke giring e bo bidawîanîna vê rêkxistinê bi tekûzî û destpêka danheva wêrankirina ko bi sedema wê bûye, bidawîanîna bêserûberiya ko belav kiriye, û gereke em ji bîr nekin ku ev rêkxistin ji destpêka xwe ve bi rêjîma Esed ve girêdayî ye.
Hevbendiyê destnîşan kir ko rêjîma Esed ew bû ya ko pêşî piştgiriya tiroristiyê li herêmê kir, û wê rasterast pilan kir ko piştgiriya vê rêkxistinê û yên din bike, û rê li ber vekir ko berfireh bibe û ji bo şerê şoreşê û artêşa azad bikar anî, û ji bo cîhanê pê bitirsîne.
Hevbendî dibîne ko derfeta dirist ya têkbirina rêkxistinên tirorist li Sûriyê bidawîkirina rêjîma Esed e, û rêjîmeke dadwer û hişmend bête damezirandin. Û bal kêşand ser ko miletê Sûrî hebûna rêkxistinên tundrew red dike, û ew dizane ku bi rêjîma Esed ve girêdayî ne, û ew berpirsê anîna wan e, wek ko tiroristiya rêjîma Îranî anî.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko ew bi daxwazên miletê Sûrî û ferizkirina yasayê û bidawîanîna bêserûberiyê li Sûriyê pabend e, û got ku aramî li Sûriyê û li herêmê bi rûxandina rêjîma zordar û berdana milîtanên tirorist ji Sûriyê girêdayî ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî