Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, pêr roja duşemê bi Sekreterê Giştî yê Sendîkaya rojnamevaniya niştimanî, Abdallah Bekkali re, li avahiya rojnameya “Al-Alam” li paytexta Mexribê Ribat civiya.
Di Civînê de, rewşa siyasî û ewlehiya herî dawî li Sûriyê û rola medyakarên Sûrî di ragihandina rastiya li ser erdê ji cîhanê re hate gotûbêjkirin.
Al-Abda, ku digel cîgirê xwe Uqab Yihya û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Ehmed Remedan re, pêdeçûneke berfireh li ser zordarîya li ser rojnamevanên Sûrî û karê wan yê pîşeyî û rewşa tarîkirina ragihandina medyayî ya ku ji hêla rejîmê ve tê pêkanîn pêşkêş kir, û bang li Sendîkaya Rojnamevanên Mexribê kir, ku cihekî bilind heye di federasyona rojnamevanên navnetewî de, ji bo ku piştgiriya şoreşa Sûrî bikin, û rastiya tawanên hovane yên li dijî gelê Sûrî ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê diyar bikin.
Sekreterê giştî yê Sendîkaya Niştimanî ya rojnamevaniya Mexribê, Abdallah Bekkali, têgihiştina xwe ji rewşa xirab ya ku rojnamevanên Sûrî re anî ziman, û ji mêvanên xwe xwest ku ji bo gihandina rastiya jenosîdê ya li ser gelê Sûrî bixebitin, di heman demê de bi saziyên navdewletî re kar bikin ji bo diyarkirina wêneyek berfireh û birastî yê tiştê ku gelê sûrî li ser erdê dibîne, çi di bin desthilata rejîmê de, yan li deverên koçberî û penaberiyê.
Wî bal kişand li ser amadebûna rojnamevanên Mexribê ji bo hevkariyê bi rojnamegerên Sûrî re bikin, da beşdariyê di aşkerkirina rastiyê de bo cîhanê bikin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî