Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pêr roja duşembê, li Ribat paytexta Mexrib, hevdîtinek bi sekretêrê giştî yê Partiya “Pêşveçûn û Sosyalîstî” Nebîl Bin Abdullah re Pêk Anî.
Û di hevdîtinê pêşhatên rewşa ewlekarî û siyasî li Sûriyê û helwesta erebî ya tê xwestin li êvara berî destpêkirina Komîya Destûrî ya taybet bo Sûriyê ya ku di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de ye li cinêvê, hatin behiskirin.
Û Alabda serokatiya şandekê dikir ku ji cîgirê wî Uqab Yihya û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Ehmed Remdean pêk dihat, û şandê behsa helwestên Ribat ên piştgir ji şoreûa Sûrî re ji dema mêvandarîkirina civîna nevdewletî li Merekişê di sala 2012 de kir, ku di wê civînê de danpêdana navdewletî bi Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî bû.
Û Alabda tekezî li ser ku gelê Sûriyê karê Şahneşîniya Mexribî û serok û gelê wê bilind dinirxîne kir, û ew hêvî dikin ku ev piştgirî berdewam be, ta sûrî daxwazên xwe yên pêkanîna veguhestina rasteqîn ber û demoqrasyê de pêk bînib.
Ji aliyekî din ve, Nebîn Bin Abdullah, serokê partiya Pêşketin û Sosyalêstiyê, tekez kir ku helwesta Mexribê bi hemî hêzên xwe yên siyasî ve, ji destpêka şoreşê de û ta niha nehatiye guhertin, û dilê Mexribiyan bi birayên wan ên Sûrî ve ye, û hêvî kir ku sûrî tev bibin yek ji bo gihiştina çaresertiyek siyasî ya vê rijandina xwînê ya dilên sûriyan û hevalên wan li her derê raweste.
Û got ku welatê wî amadeye ji bo piştgiriya dosya girtiyan li Sûriyê, û berevanîkirina wan di civînên herêmî û navdewletî de, û lidarxistina workşopên hevbeş di vî warî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî