Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, bi amadebûna hevrêzkarê nivîsgeha peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo digel pisporên dosya Sûrî li dewletên heval civînek li paytexta Tirkiyê Enqerê lidar xist, di çarçoveya tevgera Hevbendiyê bo bombebaranê li ser Idlib rawestîne û parastina sivîlan dabîn bike.
Li civînê pisporên Emerîka, Birîtanya, Yekîtiya Ewropa, New Zeland, Italya, Nemsa, Holanda, Spanya, Yonan, Keneda, Nerwêc, Siwêsra, Loksimburg, Danimark, Siwêd, Belcîka û Tişîk amade bûn.
Hevbendiya Niştimanî dest bi kampaniyekê kiriye tako danûstandinê bi aliyên corbicor yên di dosya Sûriyê kartêker in bike, bi amanca ko piştgiriya navdewletî dabîn bike, û helwestan pir bikin tako agirbestê feriz bikin û piştgiriya pirosesa siyasî bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko giring e civata navdewletî bi berpirsiyariyên xwe rabin, û got ku giring e dijminkariya rêjîma Esed û piştgirên wê li ser Idlib û gundewarê wê rawestînin, û agirbestê feriz bikin tako saxlemiya sivîlan dabîn bikin.
Daxwaz kir piştgiriya pirosesa siyasî bibe tako çareseriyeke siyasî ya dadwerî li gora biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 pêk bê, û tekez kir ku giring e di zembîlên din de û bi taybetî ya desthilatdariyê û hilbijartinan digel karê komîta destûrî ya ko berî çend rojan bi çavdêriya Netewên Yekgirtî dest pê kir gotûbêj bibe.
Elebde dibîne ko civaka navdewletî li pêşberî kêlîkeke giring û dîrokî ye, tako helwesteke jidil û tund û dadar ji bo miletê Sûrî bistîne, ê demeke dirêj derdê tawanên corbicor ji destê rêjîma Esed û û piştgirên wê dîtiye. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî