Daxuyaniyek Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê sersaxiya kesûkarên Kilîseya Mar Yûsif ya Ermenên Katolîk û ya hemû miletê Sûrî bi şehîdbûna rêveberê kilîseya Katolîk keşîş Hosîb Bîdoyan dike.
Hevbendî tekez dike ko kuştina Keşîş Bîdoyan û bavê wî yê ko digel wî bû, ko duh li gundê Elriz li Dêra Zorê hatine amanckirin pirotesto dike .
Çi hûrbîniyên vê tawanê bin, ya li herêmên kontrola milîtanên QSD û komên çekdar ên din ên bi ser rijêmê ve lê hene pêk hatiye, tekez dike ku destê rêjîmê yê bi xwîna Sûriyan sor bûye di vê tewanê de heye , ko ev berpirsiyariya wan e, eger bi amanckirina rasterast be an bi riya çeteyên di bin destên wê de bin.
Ev tawan amancên xwe yên kirêt pêk nayne, û hemû hewildanên tirorkirina miletê Sûrî dê têk biçin.
Ev tawan dihêle miletê Sûrî bêtir li ser têkbirina tiroristî û zordariyê û yên piştgiriya wan dikin sûr be, û daxwazê ji tevaya miletê Sûrî dike, ku hemî karînên xwe bikar bînib ji bo sivikirina derdeseriyan û nêzîkkirina rizgarbûnê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Medya û Ragehandinê
12.11.2019