Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulbasit Abdulletîf, îro çarşembê, hevdîtinek bi rêvebirê Platforma Komeleyan Mehdî Dawûd re pêk anî, û behsa çawaniya şopandina rewşa sûriyên li Tirkiyê û çakkirina rewşa wan kir. Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya û birêz Remedan Hemdo di civînê de amade bûn.
Û emîndarê giştî tekezî li ser giringiya hevrêzkariya di navbera Platformê û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de ya guhdanê bi rewşa penaberên Sûrî li Tirkyê dike kir, bi armanca karkirina bi hev re ji bo dîtina çareseriyên yasayî ji rewşên Sûriyan ên corbecor re.
Û li ser pevguhertina agahî û pisporiyan di warê çareserkirina arîşeyên ku bi Sûriyan re çêdibin hat lihevkirin, herweha berdewamiya di têkiliyan de ji bo dîtina derfetên mezintir ji bo xizmeta gelê sûrî yên ku li Tirkyê dijîn.
Û beşdaran hevkarî û hêsankariyên ku dezgehên Tirkî yên fermî ji bo çareserkirina tevahiya arîşeyên helawîstî mane pêşkêş dikin, da bihêlin daniştina tevaya Sûriyên li Tirkyê bi rengek yasayî be, bilind nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî