Penaberin Sûrî ko li Nerwêcê dijîn bîrdozeke yasayî li dijî çend berpirsiyarên mezin ên ewlehiya rêjîmê pêşkêş kirine, tako li ser kirdeyên kirine ji tawanên derheqê wan û derheqê xelkên Sûriyê yên di zindanên wan de bûn dadgeh bibin.
Navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafên mirovî (ECCHR) di daxuyaniyeke xwe de duhî sêşembê got: Giliyê herpênc hevwelatiyên Sûrî, tawanên 17 kesan ji mezintirîn berpirsiyarên ewlehiya rêjîmê ya leşkerî û ya giştî û ya siyasî ve girêdayî ne belgeh kirin.
Navebda mafnasiyê ya ko cihê wê li Berlînê ye, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko ‘’ heye dadgeh û vekolîn li Ewropa bibin sînor li ber rizgarkirina ji sizayan, derbarê ew tawanên metirsîdar ên ko desthilata Beşar pêk anîne.‘’
Yekî ji wan kesên gilî kirine, yê binpêkirin li dijî wî ji hêla hêzên ewlekariya giştî hatine kirin, dixwaze berpirsiyarên fermana êşkencekrinê dane, li pêşberî dadgehê bibîne.
Berê jî heft kesên Sûrî û du parêzeran û komek ji ya mafên mirovan yên ko ketine ber êşkenceyê, gilînameyek li Elmanyayê li dijî berpirsiyarên alavên nihênî yên rêjîmê pêşkêş kirine, û daxwaz kirin ko bîrdozên girtinê derheqê şeş ji mezintirîn berpirsiyarên ewlehiya leşkerî derkevin.
Parêzerin navdewletî mîna heman vê gilînameyê li dijî neh berpirsiyarên ewlehî yên rêjîmê li Spanya pêşkêş kirine, bi tawana êşkencedanê, û hin tometên din yên binpêkirina mafên mirovan. Lê navên wan ranegehandine tako derfeta lêpirsînê û girtina wan li derveyî Sûriyê bêtir bibe.
Tête destnîşankirin ko çend dezgeh piştgiriya destpêxeriya yasayî ya nû dikin, ji wan Navenda Ewropî ya mafên destûrî û mafên mirovan, û Navenda Sûrî ya Lêkolînên Yasayî (SCLRS) û Navenda Sûrî ya Ragehandina Azadiya Derbirînê (SCM), û koma Qeyser ya dosyayan (PFSG) û komîta Hilsinkî ya Nerwêcî (NHC)
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî