Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê sersaxiya hemû kesûkarên Kilîseya Mar Yûsif ya Ermenên Katolîk û ya hemû miletê Sûrî bi şehîdbûna rêveberê kilîseya Katolîk keşîş Hosîb Bîdoyan kir.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got: Ev tawan çi amancên xwe yên kirêt pêk nayine, û hemû hewildanên tirorkirina miletê Sûrî dê têk biçin.
Hevbendiyê berpirsiyariya vê tawanê da ser milê rêjîma Esed ko ew li herêma kontrola milîtanên PYD çêbûye çi bi amanckirina rasterast an di rêka milîtan û çeteyên li jêr kontrola rêjîmê kar dikin be.
Hevbendiyê got ko ev tawan dihêle miletê Sûrî bêtir li ser têkbirina tiroristî û zordariyê û yên piştgiriya wan dikin sûr be, û daxwazê ji tevaya miletê Sûrî dike, ku hemî karînên xwe bikar bînib ji bo sivikirina derdeseriyan û nêzîkkirina rizgarbûnê.
Hevbendiyê tekez kir ko ew kuştina Keşîş Bîdoyan û bavê wî yê ko digel wî bû, ko duh li gundê Elriz li Dêra Zorê hatine amanckirin pirotesto dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî